Çelîk ê hat berdan bi coş hat pêşwazîkirin
Şemî 10 Gulan 2025 - 03:05
Mûrat Çelîk ê piştî 31 salan ji zindanê hat berdan, li warê xwe Bismilê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.
Mûrat Çelîk ku di sala 1994’an de li Erzînganê hate girtin û cezayê muebbetê lê hatibû birîn, piştî 31 salan hate berdan. Çelîk, li Girtîgeha Tîpa T a bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê dihar ragirtin û li pêşiya girtîgehê ji hêla malbata xwe ve hate pêşwazîkirin. Çelîk û kesên pê re, piştre hatin navçeya Bismilê ya Amedê. Çelîk, li vir j hêla hevşaredarên navçeyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî û gelek welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de konfetî hatin teqandin, hat lîrandin û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Mûrat Çelîk xwest ku girtiyên din bên berdan û dê têkoşîna xwe bidomîne.
MA / AMED