Nekevin destê tiryakfiroşan

Çarşem 7 Gulan 2025 - 03:05

Jinan der barê pirsgirêka tiryakê ya ku bi polîtîkayên şerê taybet re roj bi roj zêde dibe wiha gotin:"Çi ji destê me bê em ê bikin û nehêlin ku zarokên me bikevin vê rewşê.  Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Li Kurdistan û Tirkiyeyê di serî de pirsgirêka bikaranîna tiryakê her roj pirsgirêkek nû derdikeve holê. Rêzepirsgirêkên ku ji ber tevliheviya  welat derdikevin, di serî de ciwan bandorê li kesên temenên cuda cuda dikin. Li bajaran, tevahiya nifûsê, nemaze malbat, dest bi pêşxistina alternatîfên li dijî tiryakê kirin. Yek ji van jî avakirina Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê bû. Di 26’ê Nîsanê de li Amedê piştî meşa bi beşdariya gelek kesan, bi dirûşma “Şiyar be” avakirina Platforma Têkoşîna li dijî Tiryakê hat îlankirin. Platformê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka tiryakê ya li hemû qadên bajêr piştî avabûna wê yekser xebatên xwe didomînin.

Zarokan jehrî dikin

Yek ji beşdarên meşê Nazli Çokdalan jî diyar kir ku yên ku zarokan jehrî dikin bi dewletê re hevkariyê dikin û got, "Çi ji destê me bê em ê bikin û nehêlin ku zarokên me bikevin vê rewşê.  Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Nekevin destê tiryakfiroşan

Meryem Turan, anî ziman ku sîstem dixwaze zarok ji mal, malbat û nirxên xwe dûr bikevin û got, " Werin dest ji tiryakê berdin û li dijî vê yekê derkevin, kolan bi kolan,  tax bi tax bigerin û bi partiya xwe re  têbikoşin ku zarokên me nekevin destê tiryakfiroşan. Li parka nêzî mala me tiryak tê kişandin.  Dema di ber wan re derbas dibim gelek xemgîn dibim û wan hişyar jî dikim."

Li her derê Amedê tiryak tê firotin

Guler Sevîk jî diyar kir ku ev pirsgirêk li her devera Amedê belav bûye û got, "Li ber deriyê me, li taxa me û li her derê Amedê tiryak tê firotin. Ji ber tiryakkêşan  em nikarin biçin cihekî."

JINNEWS/AMED/PELŞÎN ÇETÎNKAYA 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.