Stenbol çi dixwîne?

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 10 Gulan 2025 - 00:57

MAHMUT ALTINTAŞ / AW / STENBOL

Pirtûkxaneya Medyayê di sala 1996an de li bajarê Stenbolê ya Metropolê Tirkiyeyê ava bû. Pirtûkxaneya Medyayê di dîroka Kurdan de jî yekêm pirtûkxaneya Kurdî ye. Pirtûkên hemû weşenaxaneyên Kurdan li pirtûkxaneya Medyayê tên firotin. Pirtûkên Kurdî ên roman, helbest, çand, dîrok û pirtûkên qala Kurdan dikin lê yên bi Tirkî ne jî li pirtûkxaneya Medyayê tên firotin. Yek jî taybetmendiya Pirtûkxaneya Medyayê ew e ku tenê pirtûkên Kurdî û pirtûkên li ser Kurdan hatine nivisîn tên firotin. Pirtûkxaneya Medyayê ku 30 sal pey xwe hişt yek ji mala Kurdan a metropolên Tirkiyeyê ye. Pirtûkxaneya Medyayê tevî hemû zor û zahmetiyan, pirsgirêkên aborî jî 30 sal in pirtûkên Kurdî difroşe. Berpirsê Pirtûkxaneya Medyayê Rêbîn Ozmen qala rewşa firotina pirtûkan û daxwaza ji bo pirtûkên Kurdî kir.

Rêbîn Ozmen diyar kir ku qirîza aborî bandor li ser weşenxane û pirtûkxaneyan jî dike û li gor berê pirtûk kêm tên firotin. Rêbîn Ozmen bi lêv kir ku medyaya sanal jî bandoreke neyînî li firotina pirtûkan dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku kaxiz bi euro û dolar tê standin her ku euro û dolar biha dibe pirtûk jî biha dibin. Dema pirtûk biha dibin ji bo gel jî êdî kirîna pirtûkan dibe luks. Ji ber wê jî di serî de gel dev ji xwendina pirtûkan berdide. Yek jî bandora neyînî ya li ser pirtûkan medyaya sanal e. Ji ber ku êdî gel ji xwendinê behtir berê xwe dide medyaya sanal û wextê xwe di wir de derbas dike. Lê taybet jî qirîza aborî bandoreke neyînî li pirtûkfiroş û weşanxanyan dike. Ji ber ku li Tirkiyeyê çandeke kur ya xwendinê tuneye dema pirtûk biha dibin mirov yekem dev ji kirîna pirtûkan berdidin. Berê pirtûk zêdetir dihatin xwendin. Ji ber ku medyaya sanal ew qas pêşneketibû û tiştekî ku bala mirovan zêde bikişîne jî tune bû. Ji ber wê jî mirovan behtir bala xwe dida pirtûkan.”

Rewşa xwendina pirtûkên Kurdî

Rêbîn Ozmen da zanîn ku li Stenbolê herî zêde daxwaza pirtûkên fêrkirina Kurdî hene û wiha axivî: “Di Kurdî de herî zêde roman û helbest tên xwendin. Di romana Kurdî de jî herî zêde romanên ji Soranî hatinê vergerkirin tên xwendin. Pirtûkên Bextiyar Elî pir tên firotin. Her wiha romanên din jî tên firotin. Lê herî zêde jî helbest tên firotin. Li Stenbolê herî zêde pirtûkên Kurdî yên ji bo ferkirinê tên firotin. Helbet em vê yekê taybet ji bo Stenbolê dibêjin ji bo hemû xwendevanên Kurdî nabêjin. Diyardeyeke balkêş e ku gelek kes vedigerin ser zimanê xwe û dixwazin zimanê xwe hîn bibin. Her wiha li vir kursên ku dersên Kurdî didin jî hene û bandora wan jî dibe. Em dikarin bêjin li Stenbolê herî zêde pirtûkên fêrkirina zimanê Kurdî tên firotin û piştre helbets û piştrê jî roman tên firotin.”

‘Pirtûkên Tirkî ji yên Kurdî zêdetir tên firotin’

Rêbîn Ozmen destnîşan kir ku rêjeya kirîna pirtûkên Tirkî ji pirtûkên Kurdî zêdetir e û axaftina xwe wiha domand: “Di pirtûkên Tirkî de jî herî zêde pirtûkên li ser dîroka Kurdan hatine nivisîn tên firotin. Pirtûkên Tirkî ji yên Kurdî zêdetir tên firotin. Li gel ku di 3 refan 2 refên me pirtûkên Kurdî ne. Xwendina Tirkî hesantir tê ji ber wê jî piranî pirtûkên Tirkî tên firotin. Li gor Tirkî di pirtûkên Kurdî de pirtûkên lêkolîn, çandê û dîrokê tune ne. Helbet di van salên dawî de zêdebûnek di vî warî de heye lê li gor Tirkî pir kêm e. Titştekî balkeş ew ê ku dema wêşenxaneyên Kurd pirtûkek bi Tirkî çap dikin li ser medyaya sanal tên rexne kirin û ji edîtorê we re dinivisînin dibêjin çima Kurdiya vê pirtûkê tune ye. Lê dema weşanxanê wê pirtûkê bi Kurdî çap dike tevî ew qas bertek û daxwaz jî 25 pirtûkên TirkÎ difroşim û tenê dikarin 1 pirtûkê Kurdî bifroşin. Ew jî tiştekî balkeş e.”

‘Sedema kêm firotina pirtûkên Kurdî perwerdehiye’

Di berdewama axaftina xwe de Rêbîn Ozmen anî ziman ku sedema kêm firotina pirtûkên bi Kurdî nebûna perwerdehiya bi Kurdî ye û wiha pê dê çû: “Perwerdehiya me tune ye. Zarokên Kurd tên temenê lîse û zanîngehê paşê pê dihesin ku wêjeya Kurdî heye û alfabeya Kurdî heye. Dema xwîner tên pirtûkxaneya me pirtûkên Kurdî dibînin şaş dimînin. Em ne bi zimanê xwe lê bi zimanê serdestên xwe perwerde dibînin. Heta zanîngehê em bi Tirkî perwerde dibin. Ji ber wê jî Tirkî ji me re hêsantir tê. Ji ber ku me bi Kurdî perwerde nedîtiye. Qursên heyî têr nakin. Heke zarokên Kurdan bi zimanê xwe perwerde bidîtana û hemû bajarên Kurdan dibîstanên Kurdî hebûna helbet asta xwendina Kurdî jî wê zêde bibûya.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.