Çalakiyên Serê Gulanê dest pê dikin

Nûçeyên Çand/Huner

În 9 Gulan 2025 - 00:40

Şaredariya Farqînê starta çalakiyên Serê Gulanê da û banga xwedîderketina li çand û ziman li tevahiya gel hate kirin. 

Şaredariya Farqînê ya Amedê bi daxuyaniyekê starta “Şahiyên Serê Gulanê” da. Daxuyanî, li Eywana Konferansan a Şaredariyê hate dayin. Hevşaredar Kadrî Esen di civînê de axivî û got: “Bi sedan sala ye Serê Gulanê tê pîrozkirin. Di dema qeyûman de şaredariyê weke bername li dar nedixist. Em ê Serê Gulanê bi bernameyên taybet pîroz bikin. Bernameya me ya ji bo pîrozbahiyên 13-14’ê Gulanê zelal bû. Em bang li tevahiya gelê Farqînê dikin ku xwedî li dîrok, çand û zimanê xwe derkevin.”  

Hevşaredar Sevîm Bîçîcî jî ew ê Serê Gulanê tevî Şaredariya Bajarê Mezin, Komeleya Farqîniyan û Odeya Bazirganiyê ya Amedê pîroz bikin. Sevîm Bîçîcî, got: “Em bang li tevahiya Farqîniyan û gelên Tirkiyeyê dikin ku tev li bibin.” 

Bernameya ji hêla Midûrê Çand û Karên Civakî Mehmet Halît Amaç ve hatiye ragihandin wiha ye: 

13’ê Gulanê: Dê li Deriyê Kulfayê kom bibin û li cihên dîrokî bigerin û li Qonaxa Alî Aga panel bê lidarxistin. Saet: 11.00-13.30

13’ê Gulanê: Li Qada Azîzoglû dê şano were pêşandan û KASED dê li Pira Malabadiyê danasîna cil û bergên Kurdî bike. Saet: 18.00 - 20.00

14’ê Gulanê: Li pêşiya avahiya şaredariyê dê kom bibin, danasîna lîstikên berê û paraşût were kirin û piştre li Parka Rindêxanê bi beşdariya hunermend Rojda û Şahîn Fariqîn konser were dayin. Saet: 10.30 - 20.00 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.