Destketiyan biparêzin
Pêncşem 5 Kanûn 2024 - 03:15
- Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên paramiliter ên li ser Rojava hatin protestokirin û banga xwedîlêderketina destkeftiyan hate kirin.
Kurd û dostên xwe yên li derveyî welat, li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her roj li meydanan e.
KASSEL
Bi dehan Kurd, dostên wan û gelek komên Elman li bajarê Kassel ê Elmanyayê bi organîzasyona Meclîsa Gel li Rathausê li hev civiyan û êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên li ser Sûriye û Rojava protesto kirin. Hevserokê Meclîsa Gel a Kasselê axivî û got:“Em bang li hemû gelan bi taybet jî gelê Kurd dikin ku li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin.” Piştre metna ku ji aliyê KON-MED’ê ve hatibû amadekirin bi Elmanî û Kurdî hate xwendin. Her wiha polîsan rêya çalakvanên ku xwestin bimeşin girtin. Girseyê ku di meşê de bersivê nedan gelek provakasyonên polîsan û li ber xwe dan, meşa xwe li Qada Kasselê bi dawî kirin.
NURNBERG
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Rojava li bajarê Nurnberg bi çalakiyekê hat protestokirin. Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û bal kişandin bi ser êrîşên li ser Rojava.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî YPG” û “Bijî YPJ” bi dawî bû.
HANNOVER
Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava li bajarê Hannover ê Elmanyayê hat protestokirin. Çalakiya ku Kurdistanî û dostên wan beşdar bûn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Piştre axaftinên kurt hatin kirin û bang li Kurd û dostên Kurdan hatin kirin ku kolanan neterikînin. Demokratên li dijî Îranê jî piştgirî dan mîtînga ku li ber Gara Trenê ya Hannoverê pêk hat. Çalakvanan li navenda sûkê meşiyan û dawiyê dîsa vegeriyan cihê çalakî lê dest pê kir.
DRESDEN
Kurd û dostên wan ên ku li ser banga Meclîsa Gel a Kurd li bajarê Dresden ê Elmanyayê li hev civiyan, êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên Rojava protesto kirin. Hevserokê Meclîsa Gel a Dresdenê Bekîr Apak axivî û got:“Dewleta Tirk û rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst divê baş bizanibe ku Kurd weke her tim îro jî li qadan in û têkoşîna xwe ya mafdar didomînin. Em li ku derê bin bila bin em ê têkoşîna xwe ya mafdar bidomînin. Em ji vir berxwedan û têkoşîna gelê me yê Rojava silav dikin.”
MULHOUSE
Êrşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li ser Rojavayê li bajarê Mulhouse yê Fransayê hatin protestokirin. Kurd û dostên wan li pêşiya Porte Jeune hatin ba hev.
Di daxuyaniya çapemeniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe komkujiyê li ser Kurdan ferz dike. Hat gotin ku di encama êrîşên dawî de gelek kes ji cih û warê xwe bûne û hate gotin: “Faşîst Erdogan û dewleta Tirk hebûna xwe dispêre jiholêrakirina destkeftiyên Kurdan û tunekirina Kurdan.”
BASEL
Gelek Kurd û Swîsreyî li ser banga Komîteya Piştevaniyê ya bi Rojava re li Claraplatzê ya bajarê Baselê li hev civiyan û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li pişt êrîşa li ser Şoreşa Rojava dewleta Tirk heye û wiha hate gotin: “Çeteyên ku dewleta Tirk piştgirî dide, komkujî li dijî gelê dane destpêkirin. Ne tenê Kurd hemû gel di bin gefan de ne. Em ê li her qadê li dijî van êrîşan li ber xwe bidin.” Piştre girse bi pankarta bi nivîsa “Turkische Armee raus aus Rojava” û dirûşmeya “Bijî berxwedana Gerîla” û “Bijî berxwedana Rojava” heta Claramatte meşiyan.
LONDON
Li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk (DGB) û Federasyona Elewiyan a Îngilistanê (BAF), komeleyên Kurd, Elewî û bi sedan Kurdistanî û dostên wan bi dirûşma "Destên xwe ji ser Kurdan bikşînin, Rojava biparêzin" li Stasyona Xeta Turnpike ya li paytexta Îngilistan Londonê hatin ba hev. Li ser navê DGB'ê Îbrahîm Avcil axivî û diyar kir ku di 27'ê Mijdarê de li ser Navenda Civaka Kurd û malên çalakgeran de girtin û anî ziman ku ev hevkariya dewleta Tirk û Ewropayê bi awayekî eşkere radixe ber çavan. Piştî Avcîl li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger axaftin hat kirin:"Em hêzên xweparastinê yên Rojava diparêzin silav dikin. Ti hêz wê nikaribe yekîtiya gelê Kurd qels bike. Em li vir in û heta ku demokrasî bi ser bikeve û faşîzm bi dawî bibe em ê her tim li vir bin." Piştî axaftinan girse ber bi avahiya KCC'ê ya li herêma Green Line ku di bin dagirkeriya polîsan de ye, meşiyan. Meş li konê greva birçîbûnê ya li ber avahiya KCC'ê hatiye danîn bi dawî bû û girseyê bi yek dengî sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin. Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN