Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û Weşanxaneya Şilêr ên ji Rojavayê Kurdistanê bi berhemên xwe beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Silêmaniyê ya Navneteweyî ya 6’emîn bûne. Li gorî agahiyên ku nûnerên her du saziyan dane, Weşanxaneya Şilêr cara 5`emîn e beşdarî pêşangehê dibe, vê salê bi zêdetirî 2 hezar pirtûkên bi zimanên kurdî û erebî beşdarî pêşangehê bûye. SZK jî bi derdora 600 pirtûkên bi zimanê kurdî cara yekemîn e beşdarî pêşangehê bûye. Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê Pêşangeha Pirtûkan a Silêmaniyê ya Navneteweyî bi beşdariya saziyên ji 12 welatan, 9 milyon pirtûk, 40 hezar sernavên cuda û 200 navend û çapxaneyên cuda didome. Pêşangeh wê heya 8’ê Kanûnê vekirî be. Di Cotmeha îsal de SZK`ê cara yekemîn ji bo danasîna çanda kurdî bi Weşanxaneya Neqiş re, beşdarî Pêşangeha Navneteweyî ya Frankfurtê ya li Almanyayê jî bûbû.
ROJNEWS