Biryara komkirinê ya 2 pirtûkan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 4 Kanûn 2024 - 01:30

Di 8’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê de ji bo du pirtûkan biryara komkirinê hate dayin. Polêsên dewleta tirk dest danîn ser pirtûka otobiyografîk a jiyana Nelson Mandela vedibêje ya “Rêya Diçe Azadiyê” ku li ser standa Weşanên Aramê bû û pirtûka ji nameyên Mehmet Hayrî Durmuş ê li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê li dijî îşkenceyan ketibû rojiya mirinê û şehîd bû, pêk dihat. Polêsan, gotin ku ji bo her du pirtûkan jî biryara komkirinê hatiye dayin. Pêr jî ji bo pirtîka Mahmût Aba ya “Dildarê Serkeftinê” ya li ser standa Weşanên Aramê biryara komkirinê hatibû dayin. Rayedarên Weşanên Aramê nerazîbûn nîşanî polêsan dan. Xebatkara stantê Newal Bulut, got:“Heta ku tenê yek pirtûka me dimîne em ê beşdarî fuarê bibin. Em ê li şûna pirtûkên me yên hatine xespkirin jî nivîsa ‘pirtûkên me yên hatine xespkirin’ hilayîsin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.