Li Katalonya û Galîçiya danasîn

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 6 Kanûn 2024 - 03:00

  • Pirtûka Rêber Abdullah Ocalan a bi navê ‘Sosyolojiya Azadiyê’ bi Spanyolî hate wergerandin û çapkirin. Ji bo danasîna vê pirtûkê li Herêmên Katalonya û Galîçya yên Spanyolê, civînên danasînê pêk tên û rastî eleqeyeke baş dibe.

Civînên danasîna pirtûka ‘Sosyolojiya Azadiyê’ ya Rêber Abdullah Ocalan ku bi Spanyolî hatibû çapkirin, destpê kir. Pirtûka ku bi hevkariya Weşanxaneya Descontrol a Katalan û Weşanxaneya Meyman hate çapkirin, li 4 barajên li Katalonya û Galîçyayê hatin danasîn. Ji beşên cihêreng nûnerên siyasî, profesor, saziyên civaka sivîl û gelek kes tevlî hevdîtinan bûn û eleqeyeke baş nîşan dan.

Danasîn cara destpêkê li Komeleya Çandê ya Alexandre Boveda ku yek ji navendên çandî û siyasî ya girîng a bajarê Coruna ya Galîçyayê ye, li Pirtûkxaneya Cartabon a li bajarê Vîgoyê pêk hat. Nûnerên Akademiya Modernîteya Demokratîk, derbarê pirtûka Sosyolojiya Azadiyê agahî dan. 

Li civînên ku li bajarên Barcelona û Lleida yên Katalonyayê ku bi hemwextî hatin kirin de jî, bi organîzasyona Komîteya Defend Kurdistan, civînên danasînê pêk hatin. Di civîna ku li salona ‘Ateneu La Base’ pêk hat, Tevgera Ciwanên Kurdistanê û nûnerên Rojava jî beşdar bûn. Di civînê de derbarê Berxwedana Kobanê axaftin hatin kirin, hate destnîşan kirin ku ji bo rêwîtiya dîrokî ya Tevgera Azadiya Kurd û kûrbûna perspektîfa wê ya sîyasî dewam bike, divê kampanya berdewam bikin û îşaret bi girîngiya xwendin û jiyanîkirina berhemên Rêber Abdullah Ocalan hate kirin.

Ocalan îlhamê dide

LI bajarê Lleida bi hevkariya rêxistina şoreşger a Katalan ‘La Sao’ li Pirtûkxaneya La Irreductible ‘Sosyolojiya Azadiyê’ hate danasîn. Di axaftinan de hate destnîşan kirin ku Rêber Abdullah Ocalan tevî şertên tecrîdê yên giran ên li Îmraliyê, pirsgirêkên kûrevî rast dadihûrîne û çareseriyan hildiberîne, îşaret bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin. Nûnerên La Sao dan zanîn ku di felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de, ew ê cîhanê çawa bixwînin, bersiv dîtine û gotin ji aliyê îdeolojîk ve wan îlham wergirtine. Ji analîza kûr a medeniyetê û sîstema tahakkumê ku di pirtûka Sosyolojiya Azadiyê de derketine rê û enternasyonalîzm ji bo wan xaleke navendî ye. Ew ê çalakiyên danasînê li herêmên cuda yên li Spanyayê dewam bikin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.