Ehmed Hacî Mîrza yek ji aşvanên navçeya Kelar a Germiyanê ye. Ev 10 salin karê aşvaniyê dike. Ehmed Hacî Mîrza di sala 1990’an de li gundê Gobane hatiye dinê û niha li navçeya Kelarê dijî. Piştî ku bavê wî wefat kir, pîşeya bavê xwe berdewam kir û ev nêzî 10 salin karê aşvaniyê dike.
Bavê Ehmed, Hacî Mîrza nêzî 70 salan karê aşvaniyê kiriye û demekê jî aşvantiya gerok li gundên Germiyanê kiriye û berhemên Kurdewarî hêraye yan jî paqij kiriye. Piştî ku bavê Ehmed wefat dike, ji ber hezkirina ji vî karî li şûna bavê xwe karê aşvantiyê dewam dike. Xelk jî genim û ceh tînin aş dihêrin dikin ar, savar û berhemên din. Her wiha piştî dirûna birinc jî xelk birincê xwe tînin vî aşî paqij dikin.
Ehmed Hacî Mîrza diyarkir ku çend cûrek birincên Kurdî yên bi navên; Ember, Berazîlî û Negaze hene, lê xelkê Germiyanê piranî ji birincê Negaze hez dikin û got:“Liba birincê Negaze mezine, ger 100 kîlo birincê nepaqijkirî li aş bikî wê 70’ê kîlo birincê paqij jê derbikeve.” Ehmed Hacî Mîrza da zanîn ku xelk niha zêdetir giringiyê bi xwarinên kurdewarî dide û got:“Karê me piranî hêrandina berhemên kurdewariye. Xelk birinc û berhemên din ên çandiniyê yên Germiyanê tîne û em jî ji bo wan çêdikin. Ji bo mînak, cûrek birincê Germiyanê tînin vê derê madeyên kîmyayî lê nehatiye kirin. Ev jî wisa dike ku ev birinc bi tendirustir û baştir be. Karê niha yê aşvantiyê ji yê berê cûda ye. Niha bi elektrîkê kar dikin û demek kêm jêre pêwîste. Lê berê bi mekîneyan dihat çêkirin û ne wek niha bilez bû. Niha dema em birincê ji bo paqijkirinê dixin hindirê vê amûrê, ew wê birincê dike sê beş, beşek birinca paqij, beşek birinca şikestî û beşek jî kaya birincê ye.”
ROJNEWS/GERMIYAN