Em xwe ji bo şer amade dikin

Şemî 7 Kanûn 2024 - 03:05

Piştî ku pêkhateyên paramîlîter ên bi piştgiriya Tirkiyeyê û Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) êrişî Helebê kirin û beşeke girîng ji Helebê bi dest xistin, Tirkiye û hêzên paramîlîter ên ku piştgiriya wê dikin êrişî herêmên Şehba û Til Rifat ku 100 hezar kurd, ermenî û ereb lê dijîn, kirin. Ji ber êrişan 100 hezar welatî li herêma Tebqa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bicihkirin. Piştî van êrişan Tirkiye û komên paramîlîter êrişî Minbicê kirin. 2 roj in gundên Til Torîn, Yalanî, El Boxaz û Qerwêran ên Minbicê bi çekên giran tên bombebarankirin. Li aliyê din di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Tebqayê û komên çekdar de dem bi dem şer û pevçûn diqewimin. QSD’ê ragihand ku ew ji bo parastina herêmê amade ne. Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim der barê geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nirxandin kir.

200 hezar kes li cihên ewle ne 

Salih Muslim diyar kir ku HTŞ "bermahiyeke" DAIŞ'ê ye û di nava wê de gelek komên cîhadîst ên cuda hene û got:"Tirkiye wan li Îdlibê xwedî dikir. HTŞ ji OSO'yê piçekî dîsîplîntir e. Lê belê, yên din tenê çeteyên neqanûnî ne û bi hev re tevdigerin. Her du jî dijminên kurdan in. Ev kom ber bi Şehbayê ve tên arastekirin. Li wir 7 kampên koçberan hene. Mirovên ji Efrînê di van kampan de ne. 200-300 hezar kes dima. Derdor girtin û dest bi gef û qetlîamê kirin. Bi dehan kes bi awayekî hovane qetil kirin. Hêzên kurd ji wir vekişiyan da ku jiyana sivîlên li wir nekeve metirsiyê. Niha jî sivîlan vediguhêzin herêmên ewle. Niha 150-200 hezar kes vekişiyane herêmên ewle."

Li Minbicê pêş nakevin 

Muslim bi bîr xist ku di demên dawî de li dijî Minbicê û li dijî taxên kurdan ên li Helebê jî êriş hatine kirin û got:“Li dijî Minbicê êrişên qismî tên kirin. Hêzên me jî bersivê didin. Tu pêşketinên çeteyan nînin. Niha tu xeterî li ser navendê nîne. Hêzên me li wir bes in û dikarin xwe biparêzin. Rêya wan ji herêmên me yên din re jî vekiriye." 

DYE ti tiştekî nake

Muslim bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye Minbic jî di nav de dixwaze rojavayê Firatê bi dest bixe û got:“Armancên Tirkiyeyê diyar in. Dixwazin rêveberiya xweser hilweşînin. Ew ê çiqasî vê bi dest bixin girêdayî berxwedana me ye. Ji bilî berxwedanê tu çareya kurdan nemaye. Em xwe ji şerê gel ê şoreşgerî re amade dikin." Muslim diyar kir ku DYE li hemberî gefên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tu gav neavêtine û got:"Ji bilî gotina 'em dixwazin pevçûn rawestin' tu gavên wan ên cidî nînin."

MA/FIRAT CAN ARSLAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.