Îsal jî Şeşemîn Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan li Silêmaniyê ku 11 rojan wê bidome hate vekirin. Ciwanên serdana pêşangehê kirin, derbarê giringiya xwendina pirtûkan û vekirina pêşangehên wiha de ji Rojnews’ê re axivîn.
Êrîvan Salih di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku yek ji rêyên pêşxsistin û aramkirina aqil û derûniya mirov, xwendina pirtûkane û wiha got:“Divê jin bala xwe bidin xwendina pirtûkan da ku hişyariya xwe bilind bikin û bizanin ka erk û mafên wan çi ne. Her wiha ji ber ku jin ji mêran kêmtir derdikevin derve, ji bo wê divê em bi xwendinê hiş û bîrên xwe berfireh bikin. Divê jin bala xwe bidin xwendinê û xwe bi pêş bixin da ku ji erk û mafên xwe yên herî bingehîn agahdar bin. Ez pêşniyar dikim ku pêşî pirtûkên sosyolojîk bixwînin û paşê berê xwe bidin pirtûkên din.”
Her wiha ciwanek din ku beşdarî pêşangehê bûyî Rêjwan Teha derbarê heman mijarê de axivî û got:“Ji bo ku em bizanin ka gelek çiqas hişyare û xwedî hişmendiye, divê em bizanibin ka civakek çiqasî bi xwendinê ve mijul dibe. Vekirina pêşangehên bi vî rengî û serdana mirovên ji bajar û bajarokên din nîşan dide ku bala civakê li ser xwendinê heye. Ev jî cihê keyfxweşiyê ye ku gel dixwaze şiyar bibe û çavên xwe li hemû deverên cuda yên cîhanê veke. Dema xwîner dest bi xwendinê dike, êdî ber bi xwendina pirtûkên cuda yên ramanê ve diçe.”
Hêjayî gotinêye ku Şeşemîn Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Silêmaniyê 28’ê Mijdarê bi amadebûna Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd, Wezîrê Rewşenbîrî yê Herêma Kurdistanê û gelek kesayetan, hate vekirin. Zêdetirî 200 weşanxaneyên navxweyî û biyanî yên ji 12 welatan bi berhemên xwe tevlî pêşangehê bûne. Di pêşangehê de 40 hezar pirtûk hatine bicih kirin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ