Em ê di eniyên berxwedanê de bin
Şemî 7 Kanûn 2024 - 02:55
Endama Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Viyan Hebabî, derbarê êrişên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û şerê li Sûriyeyê de ji ajansa me re axivî. Hebabî hem piştgiriya xwe ya ji bo hêzên Rojavayê Kurdistanê ragihand, hem jî amadebaşiya ji bo êrişeke muhtemel a dijî Şengalê eşkere kir.
Viyan Hebabî destpêkê berxwedana gelê Rojava û şervanên wê ya beramber êrişên qirkirinê silav kir û got:“Em xwe ji êrişên dijî Rojavayê Kurdistanê pêk tên, dûr nabînin. 2014’an DAIŞ’ê bi awayeke hovane êrişê gelê me yê Êzidî kir, niha jî bi naveke din êrişê Rojava dike. Herkes dizane gelê Rojava ti carî teslimiyet û binkeftinê qebûl nake û bi hêsanî negihîşt van rojan. Gelê me tevî hêzên xwe yên YPJ, YPG û QSD’ê bi berxwedaniyeke destanî êrişên DAIŞ’ê yên hovane têk bir. Ev berxwedanî ji bo tevahî gelên bindest bû mînaka berxwedana serdemê. Êrişên îro pêşdikevin di carekî de rû nedaye, di encama li hevkirin û tifaqekî de pêkhatiye. Armanca êrişan têkbirina îradeya gelê me yê Rojava ye.” Viyan Hebabî li ser daxuyaniyên saziyên mafê mirovan û dewletên nerazîbûnê nîşanê êrişan didin jî got:“Pêwîstî bi helwesteke xurt li dijî çeteyan û dewleta Tirk ku li pişt çeteyan disekine hebe. Çeteyên dewleta Tirk ên wek Tehrîr El Şam (Cephet El-Nûsra) û DAIŞ û komên din,qetilkirina gelên azadîxwaz ji xwe re helal kirine. Ji derveyî qirkirinê ti tiştek din di bîrdoziya wan de nîne. Tişta 2014’an li Şengalê rû da, îro li Şehba û Rojavayê Kurdistanê rû dide. Dewletên alîkariyê didin van êrişên dewleta Tirk berpirsin ji vê rewşa rû dide.”
Ji bo berxwedanê amade ne!
Endama Fermandariya YJŞ’ê Viyan Hebabî da zanîn ew amadene mil bi milê hêzên parastina Rojavayê Kudistanê li dijî çeteyên dewleta Tirk li berxwe bidin û ev peyam da:“Em wek YJŞ’ê didin diyarkirin ku em her tim amadene li rex YPJ, YPG û QSD’ê di heman sengeran de cih bigirin û li ber xwe bidin, ji ber em deyndarê wan in! Em îro amade ne li gel hêzên Rojavayê Kurdistanê li hember çeteyên dewleta dagirker ya Tirk bisekinin û berxwedanê mezin bikin. Ez bang dikim gelê me yê Ezidî, xort û jinên ciwanên Ezidî ji bîr nekin ku 2014’an de çawa ku gelê Rojava li gel Şengal bû, îro jî pêwîste Şengal li gel Rojava û hêzên wê yên parastinê be.”
Hesab li ser Iraqê jî hene
Viyan Hebabî peymanên metirsîdar ên hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî li gel dewleta Tirk a dagirker îmze kiriye jî bibîrxist û van hişyariyan da:“Divê hikûmeta Sûdanî bizane piştî Sûriyeyê dor tê Iraqê. Çeteyên dewleta Tirk li Sûriyeyê serbikevin jî sernekevin jî wê berê xwe bidin Iraqê. Ji ber vêya divê hikûmeta Sûdanî ew tifaqên ku li gel dewleta Tirk li ser axa Iraqê îmze kiriye di berçavan re derbas bike, ji ber hesabên mezin li ser axa Iraqê heye, divê hişyar be. Em wek YJŞ û YBŞ’ê careke din tînin ziman ku emê gelê xwe biparêzin û rê nedin zilm li gelê me were kirin. Em hemû xwe feda bikin jî, emê civaka xwe ji êrişan biparêzin. Em rê nadin fermana 2014’an dubare bibe. Xort û jinên ciwan ên Ezidî û tevahî gelê me divê li dora hêzên xwe yên YJŞ û YBŞ’ê kom bibin, li dijî êrişan di nava berxwedanê de cih bigirin.”
ROJNEWS/RÛDEM ZERO