Mirov li ser axa xwe rehet dijî
Şemî 7 Kanûn 2024 - 02:30
Koçberên ku ji Şehba û gundewarên Helebê hatine û li herêmên bi ewle bicih bûne gotin ku ew tenê li ser axa xwe dikarin azad bijîn.
Di 27’ê Mijdarê de çeteyên “Heyat Tehrîr El-Şam” ên girêdayî dewleta Tirk êrişî bajarê Helebê kirin. Piştî êrişên li ser Helebê çeteyên girêdayî dewleta Tirk êriş birin ser herêma Şehbayê ku koçberên ji Efrînê yên piştî êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk di sala 2018’an de lê bi cih bûbûn. Bi giranbûna êrişan re, şêniyên Şehba û Helebê yê ku ji ber êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk, berê xwe dane herêmên bi ewle yên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê.
Koçberên ku ji Şehba û gundewarên Helebê hatine û li herêmên bi ewle bicih bûne, ji ber şert û mercên zivistanê gelek zehmetiyan dikşînin. Roniya Osman Şêxo û Zahîde Hisên ku bi xwe xelkê Efrînê ne, qala koçberiya xwe ya ji Şehbayê kir.
Kiryarên ji derveyî exlaqê
Roniya Osman Şêxo ya ku bi xwe xelkê Efrînê ye, ji aliyê çeteyan ve bi darê zorê ji warên xwe hatiye derxistin. Roniya wiha qala wan kêliyan kir: “Destpêka şerê Efrînê em koçberî Helebê bûn, dema ku li Helebê şer dest pê kir em ji wir serbasî Efrînê bûn û ji wir jî çûn Til Rifetê. Ji ber ku êriş giran bûn, em mecbûr man koçberî herêmên bi ewle bikin."
Me bi zorê xwe xelas kir
Roniya Osman Şêxo ragihand ku bi rengekî pir hovane ew ji warên xwe derxistine û kiryarên ku çeteyan li hemberî wan kirine jî wiha anî ziman: “Çeteyan ji me re gotin yan hûn ê derkevin an jî em ê we bikujin, me bi zorê xwe ji nava wan xelas kir."
Mirov li ser axa xwe rehet dijî
Zahîde Hisên a bi xwe ji şêniyên Efrînê ye got ku ew tenê li ser axa xwe dikarin azad bijîn û wiha pê de çû: “Em bi darê zorê ji Efrînê hatin derxistin. Axa mirov ji her tiştê mirov şêrîntir e, mirov tenê li ser axa xwe dikare rihet bijî."
NÛJINHA/REQA