Têkoşerê Kurd: Kamûran Elî Bedirxan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 7 Kanûn 2024 - 01:45

  • Yek ji pêşengên Wêjeya Kurdî Kamûran Elî Bedirxan ji beriya 46 salan li Fransayê koça dawî kir. Kamuran Elî Bedirxan bi xebat û têkoşîna xwe ya di warê ziman û wêjeya Kurdî de, navên xwe bi tîpên zêrîn di dîroka gelê Kurd de nivîsand.

Gelê Kurd wêjeyê ji demên kevin heta îro, ji bo berdewamkirina çand û nasnameya xwe bikaranîne. Gelek wêjevan, nivîskar, hunermend û rojnamevanên Kurd ên pêşeng bi rêya wêjeyê rastî, êş û destkeftiyên gelê xwe bi pênûsa xwe hunandine û heta roja me ya îro anîne. Yek ji wan pêşengan Kamuran Elî Bedirxane ku weke bi amadekirina elfabeya Kurdî navê xwe bi tîpên zêrîn li dîroka wêjeya Kurdî neqişandiye. Kamuran Elî Bedirxan di 21’ê Tebaxa sala 1895’an de jidayîkbûye. Kurê Emîn Elî Bedirxan û neviyê Mîr Bedirxan e. Kamuran Elî Bedirxan li gel zimanê Kurdî ku zimanê dayîkê ye, xwe fêrî zimanên Erebî, Farisî, Elmanî, Tirkî, Înglîzî û Fransî dike.

Kamuran Elî Bedirxan di dema perwerdeya xwe wek malbata xwe hertim di nava partî û saziyên Kurdî de cih girt. Bi vê yekê sînordar nema û di xebatên wêje û zimanê Kurdî de bi awayekî çalak cih girt. Zarokên Emîn Elî Bedirxan; Bedirxan, Elî û Celadet Elî Bedirxan piştî şerê Cîhanê yê Yekemîn xebatên siyasî xurt dikin û piştî têkçûna Împaratoriya Osmaniyan, ji bo yekitiya gelê Kurd xebatan dimeşînin. Piştî îlankirina Komara Tirkiyeyê bi cezayê darvekirinê têne cezakirin. Li ser vê yekê kurên Emîn Elî Bedirxan derdikevin derveyî welat. Di vê demê de Kamuran Elî Bedirxan li Elmanyayê doktoraya xwe temam dike. Di sala 1930’an de diçe Suriyeyê û li gel birayê xwe Celadet Elî ku di sala 1926’an de derbasî Şamê bibû xebatên siyasî û wêjeyî dimeşîne.

Hewara Kurd!

Kamuran Elî Bedirxan ji bo Rêzimana Kurdî xebatên Elfabeya Kurdî amade dike. Di 15’ê Gulana sala 1932’an de bi pêşengtiya Celadet Elî Bedirxan û hewldanên birayên wî de, Kovara Hewar tê çapkirin. Hewara zanîn û têkoşîna zimanê Kurdî, Kovara Hewar ku di sala 1932’an de heta 1943’an de 11 salan weşana xwe domand û bi 57 hejmaran bi wêjeya Kurdî wek koleksiyoneke bêhempa cihê xwe girtiye. Di heman demê de yekemîn kovar e ku bi awayekî sîstematîk û domker weşana xwe bi tîpên latînî kiriye. Yekemîn hejmara kovara Hewar di 15’ê Gulana 1932’an de derket û heta 15’ê Tebaxa 1943’an 57 hejmar derketine. Cîhê xebat û weşandina kovarê paytexta Sûriyê Şam bû. Hewar mehê du caran derdiket. Kovara Hewar, kovarekî polîtîk û wêjeyî bû û ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve dihate derxistin. Kovara Hewar ku di dîroka weşangeriya Kurdî de xwedî cihekî girîng e, alîkariyeke wê ya mezin ji bo zimanê Kurdî çêbûye. Di kovarê de bi giranî lêkolîn, çîrok û helbestên bi Kurdî, ji edebiyata Kurdî nivîsên bijartî hatin weşandin.

Celadet di hejmara pêşîn û di rêzên pêşîn ya kovarê de wiha dibêje:“Hewar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin. Hewara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin. Lewma ku ziman şerta heyînê ya pêşîn e.”

Şopa xwe ya li ser dîrokê

Her wiha li gel Kurdî di her hejmarekî de 3-4 rûpelên Fransî jî hebûn. Heta hejmara 23’an nivîsên Kurdî yê kovarê bi alfabeyên latînî û Erebî derdiketin. Piştî vê hejmarê ew temamî êdî bi latîni dihat weşandin. Naveroka hemû hejmara dora 808 rûpelan vedigirt. Di hejmarên pêşîn da zêdetir nivîsên Celadet û birayên wî Kamûran Elî Bedirxan ku êdî ew jî wê çaxê hatibû Lubnanê derdiketin. Kamuran Elî jî di vê demê de hem di Kovara Hewar de hem jî di Ronahî de bi zimanên Kurdî û Fransî helbest, gotar û nêrînan dinivîsand. Piştî demekê dema ji Şamê diçe Beyrûtê, li wir di çarçoveya berdewamiya xebatên xwe de, Kovara Roja Nû derdixe. Kamuran Elî li Beyrutê ji bo anîna gel hev ya ciwanên Kurd, ciwanan li derdora xwe kom dikir û waneya Kurdî dida. Li pey vê yekê di sala 1948’an de berê xwe dide Parîsê û êdî di qada navneteweyî de xebatên xwe dimeşîne. Di sala 1950’an de li Zanîngeha Sorbonne di Beşa Zimanên Rojhilat de mamostatiyê dike û li vir waneyên Kurdî dide. Di sala 1954’an de di zewice. Di sala 1961’an de ji bo piştevaniya Mela Mistefa Barzanî ku li dijî rejîma Ebdulqadir Qasim têkoşîn dayî destpêkirin, nûnertiya Ewrupayê digire ser xwe. Kamuran Elî Bedirxan ku bi xebatên xwe yên ji bo xizmeta gelê Kurd û berhemên li ser wêje û zimanê Kurdî şopa xwe li dîroka Kurdî de hêlayî, di 6’ê Kanûna sala 1978’an de li Fransayê koça dawî dike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.