- Lê min, ji hemû jiyan û serpêhatiyên xwe re got; “Ewên di vî wêneyî de hemî serhildêr bûn. Hemû jî dildarê Kurdistana welatê xwe bûn. Ew ên di vî wî wêneyê de hemû jî pêşengê doza neteweya xwe bûn.”
JAN JAR
Hin caran jî wêneyek, ji te re dibêje, bijî û her û her bijî...
Ji miriyan re dijîn...
Yên sax jî dimînin, yên mirîyan jî dide jiyîn, dengê me, xeyala me û xatirên me yên ji kevirekî re ne. De bila ji bo miriyên xwe jî bijîn û ji strana xwe yabê dawîbûna şevê re jî…
Wêneyê ku mirîyan radike ser piyan! Li odeya malê her li ber çavên min diket. Wêne bi fikar bû. Zayîna min û zayîna di nava vê erdnigariyê de jî biêş bû. Her mirov hatine xwe dibîne. Her mirov berî zayîna xwe heye. Bîr û hefizeya min jî, him wêneyek, him jî kifşkirina stranekê ye ku hezarê salan, bi dengê dengbêjekî derketime hatime. Şaîr sanciyên hemî zemanan dibîne û vedibêje. Sanciyên miriyan jî dibîne. Sanciyên kul û kedera vê erdnigariyê jî dibîne. Wêneyê ku mirîyan radike ser piyan ew kes in ku mohra xwe li dîrokê xistine û xwe li Kurdistanê nemirê hemî 'hewaran' kirine.
Dayika min, her serê sibê kitêba pîroz, Quran’a pêxember û Xwedayên ku pê xitim kiribûn, dixwend. Geh berê min dida mizgeftê geh jî berê min dida dibistanê. Rojên min yên li dibistanê jî têra xwe dijwar bûn. Ew şevên dirêj, ew şevên wan zivistanan hîna jî di bîra min de nin. Dengbêjên ku ji rêkên dûr dihatin, stranên evînîyê, malwêraniyê, heta nîvê şevê digotin. Di stranên wan de feqirî, lehengî, bextewarî û bêderfetiya hemî zemanan vedigotin. Di stranê de kî leheng e, kî evîndar e, kî bêbext e, kî neyar e û kî li ser gora xwe 'bi hawar e' min temamî nedikarî, ji hev derxînim. Ez her serê sibê radibûm, li wî wêneyî temaşe dikir, taştêya xwe dixwar û wisa diçûm dibistanê. Hin caran min digot; “Ev şêx û rûspîyên me yên di vî wêneyî de kî ne û çi bi serê wan hatiye?” Li pêşiya malê kaniya avê, dara gêlazê, dara tûyê, darên sed salî yên gûzan hebûn. Di rojên dibistanê de waneyên li ser jiyana Necîp Fazil Kisakûrek, Ahmet Haşîm, Rifat Ilgaz û hwd. Westandina min, lez û beza min ya jiyana bê rawestan rojên jibîrnebûyî bûn. Gava ji dibistanê jî vedigeriyam, berfa spî ya li ber pencereyê, şerê cîranan, xwelîya tenûrê, mezelê mirîyan, şîretên xaltiyan û bav û kalan guhên min kerr dikirin.
Xeyalên min, di ruhê min de bi temamî li hev nehatibun. Min di ber xwe de digot, ya Xweda! Her tişt çiqasî nîvco ye. Gumanên min, li ser hebûna min, hebûna ku her tişt bi fikar e. Zeman bi fikar e, rêya tu tê de dimeşî bi fikar e. Tiştek, di hundirê min de bi cih nedibû. Weke ku yek ji te re bêje; her tişt li ber mirinê ketiye, bi te re kevir, ax, dara spîndarê, dara çinarê, ji te re dipeyive. Strana dayika min, li quncika malê, deftera min li dibistanê, fikarên min yên jiyanê jî hemî di navbera sûk û malê de diçe û tê. Kê mirîye, kê dijî, kê wenda ye, kê birîndar e hemî di ser şevê re derbas dibûn.
Min wêneya şêx û rûspiyan li pey xwe hişt û berî ji malê derkevim jî, min ji xwe re got; “Em kurmancên welê ne ku ti kes dengê me seh nake.” Nav û dengê me ketiye, li nav goristaneke bê pêjn. Fikirandin û hizrên min yên wan salan, di pêşiya dîwarê malê de asê man û ez ji mal û gund derketim. Deftera min ya lîsê jî li dibistanê ma. Lê min salên lîseyê qedand û rêya xwe, ji bajarên mezin re vekirin. Û piştre min bi îşlikê şîn da ser rêya doza û azadiya Kurdistanê.
Emrê ku heta dawîyê, dide dû xeyala kû dê her bê. Ne bibe evdê xwedê, ne jî bibe mirovê ji rêzê. Hemû jiyana min, di navbera tehma hinarê û bêhna kûlîlka yasmînekê de dibuhire. Li derûdora malê, dara gûzê, dara gêlazê, dara tûyê, dara bihokê, dara spîndarê, hebû. Diya min, duayên xwe, ji çar demsalan re dixwendin. Ji bo qeza û belayên dinyayê re digot; “Her tişt ji bo sedeqeya serê dinyayê.” Caran jî, ji tirsa aşûtê, berf li ber pencereyê hêdî hêdî diheliya. Êşa wê, Kurmanciya birîndar, strana wî jî Evdalê zeynikê bû. Şerê xaltiyan, nelihevkirina cîranan, dengê çivîkan. Dengê min, di ser pencerê de nedigihişt, ti deverê. Dengbêjek hebû. Her şev dengê xwe yê kezebşewat ber dida ser şevê. Min dara tûyê diterikand. Di hundirê min de hemî dem disekinîn. Min çawa çavê xwe vekir, li ber serê min gorên Ermenan, çemên miçiqî û kêf û kelecana ku ez nedibirim ti deverê. Hêrsa min ya ku nabim, ti evdê xwedê hebû. Kesên di vê erdnigariyê de dijîn, çemekî bê serî ne. Strana xwe dibin, heta derengiya şevê. Piştre çar demsalan datînin, ser birîna xwe. Demsalên vê erdnigariyê di nav hev de diqêrîyan. Di her sibehê de tavê li pencereyê dixist û pelên dara gûzê, yek bi yek bi ser sînga min de diweşiyan. Li gorisateneke bê pêjn heyirî dimam. Çawa ku yek bibêje; hinek mirine, hinek dijîn û hinek jî di birîna xwe de dimînin.
Min hemî cîhana xwe anî û dengê xwe di odeyekê de bi cih kir. Hezar caran, li ber pencereyê sekinî me û tîrêjên rojê tînim hundir. Dema her tişt, kavilekî terikandî be, wekî qûlingekî bê war bûm û di rêya min de rêyekê bê veger xuya dibe. Dema her tişt û hemî zeman di nav xirbeyan de dibuhire û diçe. Caran dengê derve tînim hundir, caran jî tiştên bi tiştên hatine jibîrkirin di şermê de dimînim. Rojên xwe tînim, ber defterê, hibra pênûsê jî, di bê derfetiyê de digerînim. Ji xwe re dibêjîm, zeman xelet, wext xelet hatiye afirandin. Zimanê dilê min, li ber hawaran rabûye. Li ser esmanê şîn de dadiwerivim. Cîhana ku tê de qerebalix dikim, dengê min yên nizim jî di ser qêrîna bajarekî de deng vedide. Dilopên baranê di ser rûyê şev û şibakê de xwe berdidin. Rahiştime êşa xwe ya ku di tehma hinarê de ye. Lê bîna hinarê, di odeya mêvanan de difûrî. Belkî dayika min, di mirina min de bijî. Belkî jî dayika min di xeyala min ya bê veger de dijî. Hemû jiyana min hat xwe da ber deriyekî hesinî. Piştî barîna barana têr û tîje ez xeyala kê bûm. Gelo ew ê hemû jiyana min wiha derbas bibe. Ez ji xewa zarokatiyê şiyar bûm. Di wêneyekî de serkêş, pêşeng, zanyar, oldar û alimên dîroka Kurdistanê hebûn. Ez ji vê dinyayê re hatinekî ecêb im. Lê çûyîn jî wê wisa sosret be, bê guman ez ê vê yekê nizanibim.
Lê min, ji hemû jiyan û serpêhatiyên xwe re got; “Ewên di vî wêneyî de hemî serhildêr bûn. Hemû jî dildarê Kurdistana welatê xwe bûn. Ew ên di vî wî wêneyê de hemû jî pêşengê doza neteweya xwe bûn.”
Ev wêne niha ne tenê mirîyan radike ser piyan, zindîyan jî û kesên ku dildarên rêya xwe ne jî radike ser piyan. Min jî piştî 25 salan ev wêne bibîranî û got; “Hemû hebûna min jî, dê di nav vî wêneyê li dîwarê malê daleqandî û di bin ewrên belavbûyî de, di nav kulîlk û belgên dara yasemînekê de bijî û deng vede…”