‘Kulîlkên Ezêb’ ên Kamiran Alî Bedirxan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 15 Sibat 2025 - 00:11

Hemû berhemên menzûm ên Kamiran Alî Bedirxan di kitêbekê de kom bûn. 

Berhema bi navê “Kulîlkên Ezêb” ji 9 beşan (kitêban) pêk tê. Di destpêkê de wergera bîranînên Bedirxan heye ku di sala 1953yan de ji Thomas Bois re behs kiribû. “Dilên kurên min”, “Kulîlkên ezêb” û “Çarînên Xeyam” berê wekî kitêb çap bûbûn.

“Strana kurdî”, “Stranwarî”, “Dûrik” û “Qewl û ayîn” helbestên menzûm ên gelêrî ne ku di kovarên “Hawar”, “Ronahî”, “Roja Nû” û “Stêr” hatine çapkirin. Yên “Roja Nû” jî berî niha wek 3 cildan hatibûn çapkirin.

“Destnivîs” jî deftereke piçûk e ku ji 52 rûpelên yek alî pêk tê. Destnivîsên Kamiran Alî Bedirxan in û ji nivîsan xuya dibe ku di salên navbera 1931-34an de hatiye nivîsandin. Di pirtûkxaneya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de ye ev destnivîs, lê cara yekem e ku tê weşandin.
Çapa taybet (bi cild û şomîz) a berhemê jî derdikeve.

Kulîlkên Ezêb
Hemû Berhemên Menzûm

DESTPÊK (BÎRANÎN)
DILÊ KURÊN MIN
KÛLÎLKÊN EZÊB
STRANA KURDÎ
STRANWARÎ
DÛRIK
QEWIL Û AYÎN
DESTNIVÎS
ÇARÎNÊN XEYAM

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.