Di 8’emîn Pêşangeha Pirtûkan ya Amedê de zextên li hemberî weşanxaneya Aramê dewam dike. Polîsan pirtûka siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle ya bi navê ‘Rojnivîska Berxwedana Efrînê’ desteser kirin. Polîsan bi hinceta ku biryara dozgeriyê heye pirtûk desteser kirin û li standê lêgerîn pêk anîn. Polîsan ji destpêka vekirina pêşangehê heta niha dest danîn ser 4 pirtûkên Weşanxaneya Aramê.
MA/AMED