Radio Kobanî û Deriyê Xewnan

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 3 Nîsan 2023 - 04:36

Filmê Deriyê Xewnan (Dervazeyê Royaha) ê derhênera Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Negin Ahmedi (Negîn Ehmedî), di Berlinaleya îsal de hatibû nîşandan. Lê min hîna nû, beriya çendekê karî lê temaşe bikim. Bi ya min ecêba filmî, ne rexneya Susan Weinblatt a di rojnameya me de ye. Yanî mesele ne tenê çîrokbêjiya derhênerê tenê ye; mesele her wiha ne ew e ku film bûye weke rojnivîskeke şexsî.

Belgefilm, bi sêwirandina destpêka serbanekî (ez dibêjim qey Tehran e) û bidawîbûna li ser heman serbanî, jixwe di warê zêhnî de belkî jî di serbanekî de asê maye.

Mişkileya sereke ya filmê, hîna ji destpêkê ve diyar dibe: Negîn Ehmedî bi telefonê bi israr dibêje, ew dixwaze "filmekî hunerî" li ser jinên şer dikin, çêke. Yanî awira filmî ne li ser qewmîn û bûyeran, ne li ser karakteran e, lê li ser "filmekî hunerî" ye. Helbet her film û belgefilm divê xwedî senaryoyekê bin. Lê gava mirov "filmekî hunerî" bike armanc, hingê esas jixwe ew film serê pêşî di warê hunerî de şikestî dibe. Ya ku hatiye serê filmê Deriyê Xewnan jî ev e. Film di warê hunerî de şikestî ye. 

Film weke kamerayeke nikare empatiyê bike, li rastiya şervanên jin ên li Rojava dinihêre. Di filmî de minaqeşeya bi Fermandara Giştî ya YPJ´ê Newroz Ehmed re ya li ser ka çima nikare li hin cihan dîmenan bigire, weke minaqeşeya mirovekî hîç hestên wî yên empatiyê nebin bi miroveke din re xuya dikin. Mirov fêm nake ew beş çima hene. Ji wê re jî bi israr dibêje, ew dixwaze "filmekî hunerî" çêke. Yanî mirov helbet dikare belgefilmekê weke rojnivîsk jî amade bike. Lê rojnivîsk jî xwedî hin qaîde ne; di filmê de em rojnivîskên kamerayeke zêde ji xwe razî û egoîst dibînin.

Di nava şerê dijwar de parastina filmçêkerekê, xwedê dizane, serêşeke mezin e. Newroz Ehmed dîsa jî xwedî sebreke mezin e; em ji filmî di vê digihijin. 

Di filmî de sehneyek heye, sehneya girtîbûna şervaneke YPJ’ê. Tevî ku girtîbûna wê tê vegotin, sedem, peywend û rewşa heyî nayê vegotin; yanî hema welê meseleyekê diavêje holê û di vî beşî de huner jî diherimîne pê re. 

Aliyekî xurt ê filmî heye, ew jî dîmenên kêmdîtî yên şerî û gelek dîmenên şehîdan in. Hinek ji qehremanên filmî jî paşê şehîd dibin û ev dîmenên wan ji me re dimînin. Yanî belkî yek sedem hebe ji bo ku mirov li vî filmê ecêb binihêre, ew jî dîmenên şehîdan û dîmenên şer in. Di warê hunerî de jî bi tenê ev dîmen, têrê nakin ku film serketî be.

Heger bê bîra we, filmekî belgeyî yê Rêber Dosky jî behsa Kobanê dikir: Radio Kobanî. Di vî filmî de Dilovan a 20 salî weke karekter, sêwirandineke bi rastî xurt e. Ew hem bi karê xwe yê li Radyo Kobanê û hem jî bi nameya xwe ya ku ji zarokeke siberoja xwe re dinivîse, xurt hatiye sêwirandin. Yanî Rêber Dosky bi karektereke xurt û senaryoya xwe, behsa çîrokeke dema şerê li dijî DAIŞ’ê yê li Kobanê û piştî şerî jî dike. Gava vê dike, hêviyên xelkê ji bîr nake, wan jî di nava senaryoya xwe de bi cih dike. Encam filmekî di warê hunerî de jî û di warê senaryoyê de jî serketî ye.

Rêber Dosky teknîkên qeydkirina axaftinên telefonan, bikaranîna dîmenên orîjînal berê di filmên xwe de bi kar anîne, wan nas dike. Lê ti carî ji bîr nekiriye ku bê karakter û senaryoyeke serketî û xasma bêyî peywendeke empatiyê, film serketî nabin; ne di warê hunerî de û ne jî di ti warên din de. 

Ji ber wê, ez dikarim bi rehetî bibêjim, israra derhêner Negîn Ehmedî ya çêkirina "filmekî hunerî" kiriye ku di dawiyê de dilmê wê di warê hunerî de lawaz û şikestî be.    

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.