Qubat Talebanî bû serokê lîsteyê
În 30 Tîrmeh 2021 - 04:07
Li gorî medyaya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK, doh li Polîtburoya YNK’ê ya li Silêmaniyê, civîna YNK û Tevgera Goran bi serokatiya Bafil Talebanî û Omer Seyid Elî pêk hat.
Di civînê de biryar hate dayîn ku li şûna Lahur Şêx Cengî ku hevserokê YNK’ê bû, Qubat Talebanî bibe serokê nû yê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê ya ku YNK û Tevgera Goran ji bo hilbijartina Iraqê pêk aniye.
Nakokiyên di nav YNK’ê de
Hêjayî gotinê ye ku di 20’ê Tîrmehê de Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî di peyama xwe ya cejnê de diyar kir ku dest ji serokatiya Hevpeymaniya Kurdistanê (YNK/Tevgera Goran) berdaye. SILÊMANÎ