Divê em piştgirê Ocalan bin
Pêncşem 27 Sibat 2025 - 03:30
Derbarê pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo çareseriya pirsa Kurd û gelên herêmê destpê kiriye, dîsa piştgiriya gelê Kurd û aliyên siyasî ya ji bo vê qonaxê Endama Mekteba 3’an a YNK’ê ya Hewlêr Perêz Omer axivî.
Perêz kêfxweşiya xwe ya ji bo her hewldanên çareseriya pirsa Kurd bê kirin anî ziman û li aliyê din fikarên xwe yên li ser nêzîkatiya dewleta Tirk jî diyar kir û got:“Dewleta Tirk li aliyek qala aştiyê dike, li aliyê din komkujiyê li ser Kurdan dike. Divê em hemû di vê qonaxê de bi erkên berpirsyar nêzîkî bibin, piştgiya hewldana Birêz Ocalan ya taybet ji bo xebateke berfireh ya çareseriya pirsa Kurd û bidestxistina mafê gelê Kurd dike, bikin.” Perêz Omer bal kişand ser erka xweparastinê ya gelê Kurd û got:“Êriş û zordariya dewleta Tirk a li ser gelê Kurd wisa kiriye gelê Kurd çekê hilgire. Eger na, gelê Kurd gelekî aştîxwaze.” Perêz anî ziman ku hewldana Birêz Ocalan a ji bo çareseriya pirsa Kurd û komkirina hemû aliyên siyasî ya di bin sêwaneke netewî de cihê rêz û teqdîrkirinê ye û got:“Hêvîdarim partiyên Başûrê Kurdistanê di ferqa vê berpirsyariyê de bin. Xwe ji dijmin rizgar bikin, piştgiriya Kurd û proseya çareseriyê bike. Bi taybet vê carê PDK piştgiriya vê proseyê bike.”
Perêz Omer qala girîngiya yekîtiya gelê Kurd a di vê qonaxê de jî kir û got:“Dozeke netewî ya me heye. Li gorî min, divê ji bo hemû partiyên siyasî wisa be, doza netewî û niştîmanî pêşiya her tiştî bê. Ocalan tevî ku zêdeyî 40 salane temenê xwe di ber çareserkirina pirsgirêka Kurd daye û 26 salin jî di Girtîgeha Îmraliyê de berxwedanek bêhempa dike, niha Rêber ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û gelên Rojhilata Navîn pêngavek nû daye destpêkirin. Gelê Kurd û hemû gelên herêmê vê pêngava çareseriyê gelek girîng dibînin.”
ROJNEWS/HEWLÊR