Rola hemû aktorên Kurd girîng e

Çarşem 19 Sibat 2025 - 03:45

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî serdanên xwe yên li Herêma  Kurdistanê ku li Hewlêrê dabû destpêkirin, li Silêmaniyeyê domand. Şandeyê li Debaşanê (Mala Celal Talabanî) bi Serokê YNK’ê Bafil Talabanî û Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî re hevdîtin kir. Şandeyê piştî hevdîtinê, li ser gora Celal Talabanî daxuyanî da. Li ser navê şandeyê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û got:“Me peyamên birêz Ocalan gihand rêzdar Bafil û Qubad Talabanî. Me nêzî saetek û nîvan hevdîtineke girîng kir. Me li ser pêşeroja gelê Kurd, pêşeroja Rojava û aştiya navxweyî ya Kurdistan û Tirkiyeyê nîqaş kir. Me dît ku rola Mam Celal a ji bo aştî û lihevhatinê beriya niha lîst, îro birêz Bafil û Qubad Talabanî jî dilîzîn. Wê aktorên Kurd di vê pêvajoyê de roleke dîrokî bilîzin, em ji vê yekê bawer in. Em gelek spas dikin ku xwedî helwesteke bi vî rengî ne.  Bila gelê me, gelê Kurdistanê dilrehet bin, hemû aktorên Kurdan îro jî bi vê dîdariya me derket holê ku bi dilxweşî, wê bi biratî bi hemû hêz û qeweta xwe dê piştgiriyê bidin proseya aştiyê û lihevhatinê. Ji ber vê yekê ji bo encama vê hevdîtina me em gelekî dilxweş û kêfxweş in.  

Hevdîtin bidawî bûn

Îro li ser bingeha yekitiyê, li ser yekitiyê hemû aktor û hêzên Kurdan 3 roj e em li başûrê Kurdistanê bi aktorên Kurd re hevdîtinan dikin. Hemû aktor tiştekî dibêjin; çareseriya pirsgirêka Kurd bi pêşengiya rêzdar Ocalan wê hemû Kurd destkeftiyên mezin bi dest bixin. Çareserî û proseya aştiyê bi pêşengiya rêzdar Ocalan em bi rêzdar Ocalan bi înîsiyatîfa wî û hêza wî bawer in û em bi hemû heza xwe çi ji destê me were ji bo çareserî bipêş bikeve em li gel rêzdar Ocalan in, li gel hêz û înîsiyatîfa wî ne. Lewma em li gel şandeya xwe em dikarin ji gelê xwe re ji hemû dinyayê re ji cîhanê re parve bikin. Kurd ji bo pêvajoya aştiyê yek in. Hemû aktor û hîzbên Kurdan ji bo aştiyê ji bo ku destkeftiyên xwe biparêz in, bipêş bixin helwesta yekitiyê heye. Ev ji bo gelê me ji bo gelê Kurdistan hêviyeke pir mezin e. Ya duyemîn;  berê me dixwest hemû hizbên siyasî ev şandeya me dîdarî li dar bixe. Lê bes derfetên me tunebûn em bi hizbên siyasî ku me hevdîtin bi wan re nekir, li ser navê şandeyê lêborînê dixwazin. Bila bizanibin rêzdar Ocalan qedir û qîmeteke herî mezin dide her ferdekî. Em silavên rêzdar Ocalan ji bo hizbên siyasî yên başûre Kurdistanê ku me dîdarî li gel wan nekiriye em silavên Ocalan ji wan re rêdikin. Em hevî û bendewarî li wan dikin ku proseya ku rêzdar Ocalan dixwaze bipêş bixe hemû aktorên Kurdan ku me hevdîtin bi wan re nekiriye em piştiriya wan dixwazin. Şandeya me hevdîtinên xwe îro li vê derê li Silêmaniyeyê bi dawî dike. Em ê berê xwe bidin Hewlêrê û şandeya me wê sibê biçe Tirkiyeyê. Roj ne diyar e lê di paşerojê de şandeya me wê der barê van hemû hevdîtinan de ji raya giştî re, ji gelê me re daxuyaniyeke bi nivîskî parve bike. Em dîsa li ser navê şandeyê we bi rêzdarî silav dikin.”

MA/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.