Em li dora Rojava bibin yek

Duşem 23 Kanûn 2024 - 03:00

Parlamenterê berê yê Iraqê yê YNK'ê û endamê KNK'ê Mûhsîn Osman bûyerên dawî yê li Rojava û êrişên dagirkeriyê yên Tirk ji ANF'ê re nirxand û destnîşan kir ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi firsendeke dîrokî re rû bi rû ye û gefên li ser firsendan bi sekneke neteweyî dikarin ji holê bêne rakirin.

Mûhsîn Osman got:"Destpêkê ciwanên Kurdistanî, gerîla, pêşmergeyên li eniya şer, şervan û berxwedêrên Rojava silav dikim. Berxwedêrên li zindanan, mirovên li sirgûnê, yên ku bi ked û çalakiya xwe tevkariyê li vê berxwedanê dikin, silav dikim" û anî ziman ku li Rojhilata Navîn guhertineke gelekî mezin dibe. Mûhsîn Osman got:"Ji bo gelê me derfet û firsendeke gelekî mezin afirî ye. Rojavayê Kurdistanê li ber wê yekê ye ku mîna Başûrê Kurdistanê bibe xwedî destketî. Lê belê dijminên me ji bo pêşîgirtina li van destketiyan wê serî li her rê û rêbazê bidin. Rast nîne ku mirov ji dijmin gilî û gazinan bikin. Gilî û gazinên me ji kes û hêzên navxweyî ye ku van firsendan bi kar naynin."

Dijmin li dijî tevahî Kurdan e

Mûhsîn Osman destnîşan kir ku ji bo avakirina yekîtiya Kurdan destketiyên li Rojava firsendeke mezin e û got:"Dijminên me, dewleta Tirk, dewletên Ereb, Fars li gel ku gelek nakokî di nava wan de hene jî dema ku mesele dibe pirsgirêka Kurd hemû van nakokiyan didin aliyekî û dibin yek. Em jî, ji bo doza gelê xwe divê nakokî û cihêrengiya xwe bidin aliyekî." Mûhsîn Osman anî ziman ku Rojavayê Kurdistanê di demeke zehmet re derbas dibe, bang li Kurdan kir ku di vê têkoşînê de li dora Rojava bicivin û got:"Ji vê derê bang li hemû rêxistin, kesayetên siyasî û saziyêm me dikim. Ji wan kes û hêzan re dibêjim; ên ku bi rengekî vekirî yan jî veşartî alîkariyê didin dijmin, êrişan hêsan dikin, têkildarî yekparebûna Rojava bahaneyan hildiberînin û zehmetiyan diafirînin; êdî bi aqil bin û nebin alîkar ji dijmin re. Eger îro destketiyên Rojava ji holê rabin, sibe wê destketiyên Başûr jî ji dest biçin. Dijmin ne tenê li dijî parçeyekî, partiyekê yan jî derdorekê ye, dijmin li dijî tevahiya Kurdan e." Mûhsîn Osman bang li lobiya Kurd a li derve jî kir û got:"Eger hûn nikarin biçin Rojava jî li her devera ku hûn lê ne bi nivîsên xwe, bi peyamên xwe, bi karên xwe yên dîplomasiyê, bi çalakiyên xwe têbikoşin û piştgiriyê bidin vê têkoşînê. Ji bo bibin parçeyek ji vê berxwedanê, moralê biafirînin."

Kobanê nîşaneya berxwedanê ye

Mûhsîn Osman diyar kir ku ji peymana Lozanê û vir ve Kurd berdêlên giran didin, azadiya gelê Kurd di nava Tirk, Ereb û Farsan de çavkaniya pirsgirêkan e û got:"Heta ku Kurd dewleta xwe ava nekin û azad nebin, li vê cografyayê ne Tirk, ne Ereb, ne jî Fars nikarin di nava aştiyê de bijîn. Ji ber ku pirsgirêka bingehîn neçareserkirina pirsgirêka Kurd e." Mûhsîn Osman gotina 'Berxwedan jiyan e' ya yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan bi bîr xist û anî ziman ku Kobanê di dîroka Kurdan de bû sembolek û got:"Kobanê nîşaneya berxwedanê ye. Bi hezaran lehengên me li vê derê berdêl dan û bi vê têkoşînê azad kirin. Îro jî lehengên me hîn jî li ber xwe didin. Divê em vê berxwedanê li her derê belav bikin û bi wan re li ber xwe bidin."

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.