QSD wê tolê hilîne

Yekşem 19 Hezîran 2022 - 21:15

  • QSD: Hêzên me, sûcên dagirkeriyê û sûcên wê yên berê efû nakin û piştrast dikin ku ew ê bi rêbazên leşkerî yên rewa û guncaw tolê hilînin û heta derbê li leşkerê dawî yê dagirker li xaka me bixin, têkoşînê xurt bikin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo Ferhad Şiblî yê li Kelarê di êrişa dewleta Tirk de şehîd bû, soz da ku bi rengekî leşkerî yê guncaw û rewa bersivê bide. TEV-DEM´ê jî hem êriş şermezar kir û hem jî îşaret bi berpirsiyariya hêzên navneteweyî kir.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê hedefgirtina Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ferhad Şiblî û bêdengiya hêzên navneteweyî der barê sûcên tirsonek ên dewleta Tirk a dagirker de şermezar kir.

TEV-DEM’ê got, "Dewleta Tirk a dagirker her ku diçe qada hewayî li pêş balafirên xwe bi awayekî berfireh bi kar tîne. Bi wê yek sînorê Iraq-Sûriyê bênavber derbas dike. Tevî ku hêzên Koalîsyona Navneteweyî hene, naxwazin van binpêkirinan bibînin."

Di dewamê de TEV-DEM´ê got, “Şehîd Ferhad Şiblî yek ji kesayetên fermandar ên Şoreşa Rojava bû û bi dehan salan xizmeta gel kir û parçeyekî canê xwe feda kir. Ew di avakirin û damezirandina Tevgera Civaka Demokratîk de xwedî ked bû, her wiha wekî endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê kar kir. Rola wî di avakirina têkiliyan di navbera pêkhate û eşîrên herêmê de mezin bû.

Em bêdengiya hêzên navneteweyî li ser sûc û karên tirsonek ên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina fermandarî û sembolên me bi awayekî domdar, bi tundî şermezar dikin û em wan wekî şirîkên sereke yên van karên li derveyî exlaq û nirxên mirovahiyê dibînin û wekî berpirsiyar wan nîşan didin.

Israra me ya bilindkirina têkoşînê li hemberî gef û dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst wê zêdetir bibe. Em bang li pêkhate, hêzên siyasî û nîştimanî û sazî û yekitiyên civaka sivîl dikin da ku tev li merasîma şehîd Ferhad bibin, da ku em ji qonaxa heyî re bibin bersiv û wesiyetên şehîdan bînin cih."

Tolhildan bi rêbazên rewa û guncaw

QSD'ê ji bo Ferhad Şiblî û hevalên wî daxuyaniyek da ku 17'ê Hezîranê li navçeya Kelarê ya ser bi Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.

Fermandariya QSD'ê got, "Bi vîn û israreke zêdetir, me agahiya şehadeta têkoşer Ferhad Şiblî bihîst. Hedefgirtina Ferhad Şiblî ji hêla Artêşa Tirk a dagirker ve karekî tirsonek e, ku hîna jî êrişên dewleta Tirk yên terorîstane didomin da ku gelê me têkoşîna xwe ya di oxira rizgarkirina xakê û gel ji terorê de dewam neke."

QSD´ê got, "Me têkoşer Ferhad bi têkoşîn û fedekariya wî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas kir. Têkoşerekî bi hêz bû. 

Rêwîtiya şehîd Ferhad a siyasî û rêxistinî ya dirêj di damezrandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bipêşveçûna têgehên têkoşînê li cem gel û kadroyên me de xwedî roleke mezin bû. Bi roleke bingehîn û aktîf mîna fermandarekî siyasî di avakirin û pêkanîna projeyên avakirina rêxistinî, fikrî û civakî de rabû.

Hewldanên têkçûyî yên hedefgirtina têkoşerên me nikarin li pêş têkoşîna gel û hêzên me û pêkanîna fedekariyan bibin bend, lê ji wê zêdetir israra li ser rêxistin, girêdana binirx û destkeftiyên şehîdan, her wiha temamkirina amadekariyên rizgarkirina herêmên dagirkirî bilind dibe.

Hêzên me, sûcên dagirkeriyê û hemû sûcên wê yên berê efû nakin û piştrast dikin ku ew ê bi rêbazên leşkerî yên rewa û guncaw tolê hilînin û heta derbê li leşkerê dawî yê dagirker li xaka me bixin, têkoşînê xurt bikin."

QSD´ê sersaxî ji malbata şehîdî û ji gelê re xwest.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.