QSD wê li ber xwe bide

În 22 Cotmeh 2021 - 23:52

  • Berdevkê QSD’ê Aram Hena dibêje, ger êrişeke dagirkeriya Tirk li ser herêmê çêbibe dê karesatan bi xwe re bîne, lê ew weke QSD`ê jî di çarçoveya parastina rewa de li ber xwe bidin.

Têkildarî salvegera rizgarkirina Reqayê, avakirina QSD’ê û rola wê di Sûriya pêşerojê de, her wiha gefên dewleta Tirk ên êrişkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berdevkê QSD’ê Aram Hena beşdarî bernameyeke taybet a ANHA’yê bû.

Aram Hena di destpêka axaftina xwe de behsa salvegera rizgarkirina Reqayê kir û got: “Di van rojan de em salvegera 4’emîn a rizgarkirina Reqayê ji terora ku gendelî û wêrankirin di bajêr de pêk aniye, pêşwazî dikin. Reqa bajarekî navdar e û DAIŞ ew yek ji baregehên xwe yên sereke yan jî keleha xurt dihesiband. Lê bi saya QSD’ê, fedekariyên hatine dayîn û xwesteka me ya rizgarkirina gel ji vê rêxistinê me bi saya keda komên xwe yên leşkerî û sazûmaniyên leşkerî yên QSD’ê operasyoneke berfireh ji bo rizgarkirina Reqa û gundewarên wê heta bi Tebqayê da destpêkirin.”

Li pêş me bû asteng

Têkildarî astengiyên li pêş mayîndekirina îstiqrarê wiha peyivî: “Di rastiyê de ji destpêka şerê me yê li dijî terorê ve gefên li dijî me û li dijî herêmê berdewam in. Me dît ku dewletên herêmî yekser piştevaniya rêxistina terorîst dikirin û me ev yek jî di berxwedana Serêkaniyê ya 2012’yan de dît, piştre di berxwedana Kobanê ya 2014’an de dît. Wê demê terorîstan sînorên dewleta Tirk bi awayekî serbestî bi kar dianîn û piştevanî jê werdigirtin.

Bê guman dema operasyona me ya leşkerî li Baxozê dest pê kir, gefên dewleta Tirk a dagirker ketin pratîkê û bajarê Efrînê dagir kir. Piştre êrişeke din dest pê kir û bi rêya wê Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Ji ber wê ev yek li pêş me bû asteng ji ber ku herêmên hatine dagirkirin ji terorîstan re cihên guncaw in ku sûcên xwe lê pêk bînin.

Em girtîgehên ku gelek endamên DAIŞ’ê tê de ne û ji zêdetirî 80 dewletên cîhanê ne, diparêzin û heta niha tu tevgereke berbiçav li ser rewşa wan tune ye. Em bang li hêzên herêmê dikin ku van kesan li herêmên me darizînin, ji ber delîl û belgeyên ku sûc li dijî gelê me kirine, li gel me ne. Astengiyên ku em azarên wan dikişînin pir in, lê vîna me heye ku van derbas bikin û bigihînin armancên xwe.”

Hîna jî berdewam in

Li ser gefên dewleta Tirk Aram Hena got: “Bê guman gefên dewleta Tirk berê hebûn û hîna jî li dijî herêmên me berdewam in, ji ber ku dagirkeriyê alîkariya rêxistina terorê kir ku ji nû ve xwe çalak û bi hêz bike. Me behsa gelek nîşaneyan kir, em îro jî bi cidî li hewldanên dagirkeriyê ya dagirkirina herêmên din dinêrin. Ev mijar ne veşartî ne û li ser me û gelê me jî ne nû ne. Ji ber ku dagirkerî tenê çîneke diyar hedef nagire, lê belê ew tevahî gelên herêmê hedef digire.

Em ê bi vîna avakirina QSD’ê û rihê rizgarkirina Reqa, berxwedana Kobanê û bi hemû ked û hêza xwe herêmên dagirkirî rizgar bikin da ku şêniyên wê yên resen vegerin.”

Ji bo gel û hêzên me semboleke mezin e,

Têkildarî hedefgirtina bajarê Kobanê ya bi balafirên bêmirov Aram Hena got: “Bê guman Kobanê ji bo gel û hêzên me semboleke mezin e, ji ber ku paytexta berxwedanê bû û destpêk û dawîlêanîna rêxistinê DAIŞ`ê bû. Kobanê kevirê bingehîn ê ragihandina serkeftina li dijî DAIŞ`ê ya li Baxozê bû û ev taybetmendiyeke girîng dide wê, ji ber vê yekê dagirker rasterast wê hedef digire, lê em baş dizanin ku gelê bajarê Kobanê û tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê rihê berxwedana ku ber bi serkeftinê ve diçe, temam bike û hemû herêmên dagirkirî rizgar bike.”

Dê karesatan bi xwe re bîne

Berdevkê QSD’ê îşaret bi helwesta navneteweyî ya li hemberî êrişên Tirkiyê kir û ev tişt anî ziman: “Bi rêya şandeyên dîplomatîk yên Rêvberberiya Xweser ku serdana Washinogtinê û Moskowê kir, me fêm kir ku her du alî dixwazin parastina “herêmên bêçek” û rewşa heyî bikin, lê di pratîkê de tu tiştekî berbiçav tune ye ku sûcên li dijî herêmên me rawestînin û êrişên ku rasterast gelên me hedef digirin, bisekinînin, ji ber ku ev êriş bingeheke erênî ji zindîkirina kiryarên terorîstan ên li herêmên me ava dike, da ku şaneyên veşartî careke din çalaktir bibin.

Wekî ku me got terorîst herêmên dagirkirî bêyî çavdêrî û bê hesab bi kar tînin. Ger êrişeke dagirkeriya Tirk li ser herêmê çêbibe dê karesatan bi xwe re bîne, lê em weke QSD`ê jî em ê di çarçoveya parastina rewa de li ber xwe bidin.”

3 mijarên QSD’ê

Têkildarî plansaziyên QSD’ê yên derbarê qonaxên bê de Hena ev agahî dan: “Em girîngiyê didin 3 mijaran, a yekemîn; têkoşîna li dijî terorê û şopandina şaneyên DAIŞ`ê ye ku ev jî bi rêya operasyonên hevbeş ên bi hêzên Koalîsyona navneteweyî re pêk tê, duyemîn; em bi hemû derfet û xebatên dîplomatîk hewldana rizgarkirina herêmên dagirkirî dikin da ku şêniyên wan ên resen ku ji ber dagirkeriyê koçber bûn, vegerînin. A sêyemîn jî piştgiriya me ya ji geşkirina civakî, ji nû ve avakirin û pêkanîna istîqrar û ewlehiya li herêmên ku me rizgar kirine.

QSD’ê dendika artêşa Sûriyê ya nû ye ku bi yekitiya Sûriyê, hêza wê û parastina wê ji tevahî xeteriyan, bawer dike. Em îro wek sûrî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, lê xema me ewlehiya tevahî erdnîgariya Sûriyê ye. Em îro bi welatpêrêziya xwe serbilind in û wê yekê hişt em şerê terorê bikin û bi serkevin. Em aliyê yekane li Sûriyê ne ku li dijî dagirkeriyê li ber xwe da û me gelek qurbanî di çarçoveya dûrxistian dagirkeriyê ji herêmê, dan.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.