Hesekê şehîdên xwe oxir kirin

Pêncşem 8 Sibat 2024 - 00:37

Bi hezaran şêniyên Hesekê tevlî merasîma oxirkirina 5 şehîdên QSD’ê bûn. Di merasîma oxirkirinê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme Elî axivî û got:"Şehîdan ji bo têkbirina hewldanên derxistina fitneyê di nava pêkhateyan de canê xwe feda kirin." Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya kantona Cizîrê Serhed Tirbespiyê bi navê QSD`ê axivî û sersaxî da malbatên şehîdan û soz  da ku rêya wan û tevahî şehîdên azadiyê berdewam bikin. Serhed destnîşan kir ku şehîdan rastiya projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan îsbat kir.

Her wiha Serhed destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker piştî ku nekarî planên xwe yên li Dêrazorê pêk bîne, serî li êriş û hedefgirtina binesaziya herêmê da. Serhed di axaftina xwe de soz da malbatên şehîdan ku tola wan hilînin û herêmê ji tevliheviyê biparêzin. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Gulçîn Ehmê belgeyên şehadetê yên her 5 şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin. Girseya gel cenazeyên şehîdan di nav tilîliyên dayîkan de spartin axê.

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.