Bila 4’ê Nîsanê bibe roja cîhanî

Çarşem 10 Nîsan 2024 - 02:45

  • Akademisyenên Ereb û Kurd xwestin 4'ê Nîsanê bibe roja cîhanî ya Rêber Abdullah Ocalan û gotin: Rêber Abdullah Ocalan statûya jinê guhert û jin kir mifteya jiyanê. Hêviya me heye ku wê di demeke nêz de azad bibe.

Înîsiyatîfa Erebî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan bi wesîleya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan û qonaxa duyemîn a pêngava navneteweyî de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li ser platforma dijîtal sempozyûm lidar xist. Ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç derbarê rewşa Rêber Abddullah Ocalan de agahî da:“Tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê mutleq e û ji hemû peymanên navneteweyî derbas dibe. Şert û mercên wî ji yên Nelson Mandela dijwartir in. Hêzên ku piştevana Tirkiyeyê dikin ji bandora Rêber Apo ya hizrî gelek ditirsin.”

Ocalan şensek e

Zanyarê siyasetê û zanyarê Rojhilata Navîn Dr. Taha Alî da zanîn ku ramanên Abdullah Ocalan bandorê li cîhanê kiriye û got:“Bêguman di Rojhilata Navîn de gelek zaniyar derketin û di heman demê de gelek kesên ku ji bo azadiya mirovahiyê bang dikir. Lê Rêber Abdullah Ocalan di vî alî de ji bo Rojhilata Navîn şensek e. Di ramana fîlozof Abdullah Ocalan de navendîbûna civak û jinê bi awayekî ku ji bo gelek fîlozof û ramanweran hatiye guhertin nîşan da.” 

Em bi hêvî ne azad bibe

Koordînatorê Înîsiyatîfa Erebî ya ji bo Azadiya Rêber Ocalan û nivîskarê Misrî Îlhamî El Melîgî jî wiha axivî:“Di nava pêkhateyên Ereb şikandina tecrîdê, azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd her ku diçe zêdetir dibe. Hêviya me heye ku wê di demeke nêz de azad bibe. Gelê Kurd divê azadiya xwe bi dest bixin." 

Jin kire mifteya jiyanê

Dr. Sahar Ehmed diyar ku wê çar pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser jinan hatibûn nivîsandin xwendiye û got:’’Statûya jinê guhert û jin kir mifteya jiyanê. Jina Kurd di dirêjahiya dîrokê de têkoşiya û wêneyên qehremaniya li dijî tundî, nijadperestî û dagirkeriyê pêşkêş kir.” 

4’ê Nîsanê bibe roja cîhanî ya Ocalan

Prof. Dr. Mihemed Rifet El Îmam anî ziman ku Rêberê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela li dijî polîtîkayên nijadperestiyê yên li Afrîkaya Başûr têdikoşiya û Abdullah Ocalan jî li dijî polîtîkayên nijadperestiyên Tirk ên li dijî gelê Kurd, têdikoşe. Dr. El Îmam xwest ku 4'ê Nîsanê bibe roja cîhanî ya Rêber Abdullah Ocalan. 

Bandor li mirovahiyê kir

Mamostayê Zanîngeha Şanşî ya Çînê Prof. Dr. Sîfan Seîd jî got:“Rêber Abdullah Ocalan ji bo zihniyeta kevnar biguherîne û ji bo kesên ku dixwazin azad bibin kesayetek nû biafirîne, rol lîstiye. Tu kes nikare van guhertinên erênî yên mezin bi taybetî li gel jinên Rojhilata Navîn înkar bike.” 

Rexneya netew-dewletê kir

Dr. Ehmed Enbiyuh jî li ser rexneyên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser netew-dewletê û girîngiya van rexneyan axivî û got:“Tiştê ku îro li herêmê em dibînin, encama modela dewleta netewe ya yekalî ye ku nûnertiya berhemeke rojavayî, kapîtalîst dike. Abdullah Ocalan jî bi pêşkêşkirina neteweya demokratîk gaveke mezin di têgîn û reftaran de avêt.” 

Em ji bo paradîgmayê dixebitin

Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim jî li ser girîngiya fikrên Rêber Abdullah Ocalan di jiyana gelê Kurd û gelên herêmê de axivî û got:“Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêkanîna têkoşînê dixebitin da ku çanda parvekirin û rêzgirtinê bidin jîyîn. Ew jî weke Akademiya Abdullah Ocalan bi gelek saziyan re ji bo avakirina fikir û zihniyeta mirovekî demokrat ku karibe jiyaneke beşdariyê ava bikin, dixebitin.”

Pêwîstî bi azadiya wî heye

Ji Başûrê Kurdistanê Dr. Hîkmet Ebdulkerîm jî li ser têgeha azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêwîstiya hebûna azadiya civakî rawestiya û her wiha pîvanên exlaqî yên fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan anî ziman. Dr. Ebdulkerîm destnîşan kir ku pêwîste her kes û civak berpirsyariya xwe li pêşberî kesên din û xwe bi cih bîne, da ku em di navbera gelan de bigihêjin yekîtî û hevgirtinê.

Divê tecrîd bê şikandin

Parêzer Dr. Ehmed Receb bal bire ser rewşa tecrîdê ku hemû qanûnan derbas dike û destnîşan kir ku divê xebatên mafên mirovan, gelêrî, akademîsyen û medya ji bo pêkanîna mebestên herêmî û navneteweyî zextê li dewleta Tirk bikin, da ku parêzer û malbata hevdîtinê bikin. Dr. Ehmed Receb anî ziman ku ew weke endamekî Yekîtiya Buroyên Erebî ew ê bi însiyatîfa xwe li qada hiqûqî ya Ereban bi awayekî berfireh û di platform û qadên xebatê yên curbecur de bikeve nava tevgerê û got ku ew ê fikir û felsefeya ku Rêber Abdullah Ocalan temsîl bike.

ANF/QAHIRE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.