Operasyona ser Kampa Holê qediya

Çarşem 7 Sibat 2024 - 01:45

Hêzên beşdarî Qonaxa Sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê bûne, li kampa Holê civîneke çapemeniyê Ii dar xistin û têkildarî operasyonê agahî parve kirin.

Di civînê de endamê Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El-Hesen û Berdevka Navenda Ragihandinê Ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûken Cemal ragihandin ku operasyon bi dawî bûye. Têkilî operasyonê agahî bi raya giştî re hatin parvekirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û bi alîkarî û piştgiriya hêzên Hevpeymana Navdewletî di 27`ê Çileya borî de Qonaxa Seyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê dane destpêkirin.

Çeteyan haziriyên mezin kiribûn

Bi berdewamî hate diyarkirin operasyon li gorî plansaziya ku wan daniye ber xwe bi rê ve çûye, beşên kampê hatin paqijkirin, her wiha gelek madeyên teqemeniyê wekî mayîn, bombe û kemberên teqemeniyê, her wiha tunel hatin dîtin, gelek şaneyên çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan hatine girtin û ji çek, cebilxane û teqemeniya ku di operasyonê de bi dest ketine nîşan dide ku çeteyan haziriyên mezin ji bo êrîşan kirine û ev jî nîşan girîngiya operasyonê nîşan dide.

Serçeteyek hate kuştin

Di daxuyaniyê de hate gotin di operasyonê de serçeteyekî bi navê Ebû Sûfyan Elhêbî, li gel çeteyekî dî hatiye kuştin, ev serçete Elhêbî şaneyên çeteyan koordine dikir, li nav kampê û derveyî kampê plansaziya êrîşan dikir.

YPJ’ê Kovana Êzdî rizgar kir

Her wiha hate ragihandin YPJ’ê bi çalakiyeke taybet jineke Êzdî ya bi navê Îdo Xorto ku ev 10 sal in bi destê çeteyên DAIŞ’ê hatibû revandin rizgar kirine, Kovanê li gundê Herdanê ya Şengalê bi destê çeteyan hatibû revandin.

Îdeolojiya radîkal li kampê berdewam e

Di daxuyaniyê de hate gotin ramanên tundrew û îdeolojiya radîkal ku rêxistina terorîst a DAIŞ`ê xwe pê rêxistin dike, hîn jî di nava kampê de berdewam e û bi awayekî sîstematîk di mejiyê zarokan de tê pêşxistin û bicîkirin, gelek çeteyên ku ev fikrên tundraw belav dikirin, di serî de serçeteyê bi navê Ebû Ebdilhemîd ku berpirsê yekser ê belavkirina van fikran bû û di heman demê de jî fetwayên kuştin û tehdîtkirina niştecihên kampê dida, hatine girtin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ‘’Armanca me ya sereke ji operasyonê ew bû ku em dorhêleke ewle û aram di kampê de peyda bikin. Her wiha vegirandina malbatên DAIŞ`ê ji bo welatên wan jî mijareke girîng e. Ji ber ku rakirina fikrên wan ên radîkal ji holê wê Kampê bi taybet û Sûriyeyê bi giştî ewle bike û di heman demê de wê cîhanê jî ji xetere û terora wan biparêze.

Heta DAIŞ’iyek bimîne operasyon wê bidomin

Qonaxa Seyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ji bo paqijkirina kampa Holê li vir bi dawî dibe, lê belê operasyon û çalakiyên me heta ku DAIŞ’iyek nemîne dê dewam bikin. Her wiha çi dema pêwîstî pê hat dîtin jî em ê operasyonan bikin.

BÎLANÇOYA OPERASYONÊ

- Hejmara çeteyên ku hatin girtin: 85 çete û alîkarên wan.
- Çekên hatine desteserkirin: 8 kalaşnîkov, 4 mayîn, 2 rextên teqemeniyê, 7 bombeyên destan, 25 funya, guleyek Bisfingê û hejmarek cebilxane bû.
- Miqdarek ji kel û pelên leşkerî.
- Miqdarek madeyên hişbir.
- 5 tunel jî hatin jinavbirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.