Operasyonê pîlan têk birin

În 9 Sibat 2024 - 00:09

DIYAR EHMED-EHMED SEMÎR / ANHA / HESEKÊ

Berdevkê Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Siyamend Elî têkildarî Operasyona Mirovî û Ewlehiyê, encamên lêpirsînên bi kesên hatine girtin re di serî de kesê bi navê Ebû Ebid El Hemîd de axivî û wiha got:"Ebû Ebid El Hemîd di 3`yê Sibatê de di operasyoneke taybet de hate girtin. Berpirsê derxistina fetwayan, perwerdekirina zarokan, rewakirinna fetwayên terorî ye. Plansazê êrişên terorîst û zêdekirina tundrawiyê bû. Ebû Ubeyde jî berpirsê ewlehiya hundirîn bû ku 27`ê Kanûna 2023`yan di operasyoneke taybet a hêzên me de hate kuştin. Her wiha berpirsê derbaskirina çek, belavkirina wê û perwerdekirina ciwan û jinan bû, ji bo ku li dijî saziyan û kesayetan di nava kampê de û heta li dijî hêzên me, êrişan pêk bînin. Ji derveyî kampê kesê bi navê Ebû Sufyan berpirs bû. Demekê di nava kampê de bû û bi rêyekê jê derket. Komkirina hejmara herî zêde ya ciwanan, pêkanîna êrişên terorîst li derveyî kampê, komkirina hejmara herî zêde ya şane, çekan û belavkirina wê li nêzî kampê. 

Ebû Sufyan kesekî xeter bû

Siyamend Elî derbarê girîngiya kuştina Ebû Sufyan de jî, ev agahî dan:’’Ebû Sufyan berpirsê zêdetirî 80 bûyerên kuştinê di nava kampê û li derveyî wê de bû ku ji 2020`an ve pêk hatine. Berpirsê kuştina bi dehan ciwan û jinan di nava kampê de û xistina wan a di nava kortikan de bû. Ji qonaxa yekemîn û duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ve me dixwest Ebû Sufyan bigirin. Lê di bin navên nerast de xwe vedişart. Dema ji kampê jî derket, li herêmên El Deşîşe û li çolistanê bû. Piştî girtina bi dehan terorîstên ku bi Ebû Sufyan re êrişên terorî kirine, piştî lêpirsînê û li gorî hin agahiyan em tev geriyan û gihaştin cihê xwe lê vedişart. Di operasyoneke taybet a HAT`ê de hate kuştin. Hêzê destpêkê xwest bi saxî wî bigire, lê belê êriş hêzan kir û di encamê de hêzên me neçar man bersivê bidin û wî û kesên pê re kuştin. Di wê operasyonê de miqdarên mezin ên çek, cebilxane û madeyên teqemeniyê hatin desteserkirin. Siyamend Elî diyar kir ku çeteyan di nava kampê de û li derveyî wê xwe birêxistin dikirin, lê piştî qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê, tunekirina jêderên tundrawiyê, ewlehiyê û veşartina çekan di nav kampê de û derveyî wê êdî dikarin bêjin ku operasyon heta radeyekê êrişên terorîst rawestandin ku DAIŞ`ê plan dikir, bike:"Li gorî delîlan, çekan û kesên hatine girtin, diyar dibe ku planeke mezin heye ku xwe dispêre êrişên dewleta Tirk û destpêkirina şerekî li herêmê ji bo ku DAIŞ êrişan pêk bîne mîna li girtîgeha Sînayê kiriye."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.