Hewldana çeteyan hate têk birin

Pêncşem 15 Sibat 2024 - 00:18

Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê ragihand ku li Dêrazorê hewldaneke çeteyên hikumeta Şamê têk birine.

Di daxuyaniya QSD’ê de ev agahî hatin parvekirin:"Komeke çete ya ku ji aliyê saziyên ewlehiyê yên girêdayî rejîma Sûriyeyê ve tê destekkirin hewl da çemê Firatê derbas bikin û derbasî bajarokên Zîban, Kemşe û Şefayê bibin. Hêzên me hewldan têk bir û çete neçar kirin ku ber bi aliyê din ê çem ve vekişin. Di encama bersivdayîna hewldanê de hejmarek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. Hêzên Sûriyeya Demokratîk wê mîsyona xwe ya parastina ewlehiya herêmê û bersivdayîna tevahî êrişên li ser şervan û şêniyên herêmê bidominin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.