Şirîkên PDK’ê Hewlêr şewitandin

Çarşem 10 Nîsan 2024 - 00:25

Pêr di saetên sibehê de carek din agir bi bazara Lenge ya Hewlêrê ketibû. Ji ber şewatê zêdetirî 60 dikan şewitîn. Şevê din di saetên dereng de komeke tundrew û nîjadperest a Tirk bi navê Rêxistina Peymana Mîllî bi daxuyaniyekê berpirsyartiya şewata li bazara Lengê girt ser xwe. Di daxuyaniya koma nijadperestên Tirk de tê gotin:“Me agir bi dilê Kurdên tirsonek xist, me li 16 cihên cûda yên bazarê agir pêxist û tine kir.”

Hêjayî bibîrxistinê ye beriya niha jî li bazara Ehmed Axa ya Kerkûkê, bazara Lenge ya Hewlêrê û bazara Çelê ya Dihokê şewat derketibûn û ziyanek mezin bi dikanên xelkê çêbibû. Piştî van her sê bûyeran jî heman koma faşîst a Tirk berpirsyartiya bûyerê girtibû ser xwe û gotibû:“Evane herêmên me ne, em ê vegerin û ala Tirk li wan herêman bilind bikin.”

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.