Rêwîtiya ji Şamê ber bi Kampa Holê

Sêşem 6 Sibat 2024 - 00:47

SORGUL ŞÊXO / NÛJINHA / HESEKÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demorkatîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê didomîne. 

Li gorî agahiyan, di roja 10’an a operasyonê de li gorî li xwe mukirhatinên çeteyên hatine girtin, 2 stargeh di kampê de hatine dîtin ku çeteyên DAIŞ`ê xwe tê de vedişart.

Ji aliyekî din şervana Yekîneyên Antî Teror (YAT) Rojbîn Şam a ku tevli qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê bûye da zanîn ku lêgerîna li jinên Êzidî yên di Fermana 74’an de hatin revandin yek ji armancên wan ên sereke ye.

Rojbîn Şam a ku ji paytexta Sûriye Şamê  tevlî nava refên YPJ’ê dibe,  ji dayikek Xirîstiyan û bavekî Ereb e îro li ser şopa Rojbîn Ereb a ku  jineke Ereb e û ji Lubnanê di sala 1993’an de beşdarî Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe û di sala 1997’an de şehîd dide bandor dibe. Rojbîn Şam a ku beşdarî qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya ji 27’ê Çileyê ve li Kampa Holê ya Kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome bûye, ji ajansa me re axivî."Piştî Operasyona rizgarkirina Reqayê bi dawî bû, jin rizgar bûn û dest bi xebatan kirin hêviyên min xurt bûn. Wê çaxê min ji xwe re got ku jin dikarin bikin û bi vê bersivê û bandorbûyînê, min biryara beşdarbûna nava yekîneyan da." 

Armanc rizgarkirina jinên Êzîdî ye

Rojbîn Şam da zanîn ku divê jin ji fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan sûdê bigrin û got:"Bi xwendina fikrên Rêber Abdullah Ocalan re min ferqa di navbera jina di malê de û ya îro de baş dît. Lewre ev gav ji bo jiyana min dibe xala werçerxê. Pêwîst e jin koletiyê ji xwe re nepejirînin, ne jinên herêma me ne jî yên Rojhilata Navîn û ne jî welatên derve. Ferqeke mezin ez dijîm niha, ji ber nêzîkatiyên rejîma Baasê îro jin di rewşeke xirab de ne lê li vir jin dikarin her karî bikin û di her qadê de têbikoşin." Rojbîn Şam a ku yekem car e beşdarî Operasyona Mirovî û Ewlehiyê dibe der barê operasyonê de wiha dibêje: "Fikrên DAIŞ’ê heta niha didomin. Lixwekirina çarşefên reş ji hêla jinan ve tê wateya ku heta niha koletiyê ji xwe re dipejirînin û ev dibe kûrkirina fikrên DAIŞ’ê. Teqemeniyên ku me dîtin û desteser kirin dihat wê wateyê ku jinên DAIŞ’ê amadekariyên êrîşên mezin dikirin.” Rojbîn Şam bal bire ser fermana ku di 3’ê Tebaxa 2024’an de li ser Şengalê rabû û got: “Yek ji armancên me yên sereke rizgarkirina jinên Êzîdî ye. Li dijî fikrên DAIŞ’ê têbikoşin, red bikin û werin em bi hev re li dijî terora heyî dest bidin hev, jinan ji fikrên tundrew xilas bikin û herêma xwe ji xeteriyan biparêzin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.