7 meh e Hesekê bê av e

Çarşem 10 Nîsan 2024 - 00:23

DIYAR EHMED / ANHA / HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Cotmeha 2019’an ve bajarê Serêkaniyê dagir kiriye û bi rêbazên cuda de şerê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Ava stasyona Elokê li ser zêdetirî milyon û nîv xelkê bajarê Hesekê û navçeyê wê birriye.

Dewleta dagirker ji dema dagirkirina Serêkaniyê ve zêdetirî 40 carî ava stasyonê qut kiriye. Li gorî Gerînendetiya Avê ya Hesekê cara dawîn a birîna avê beriya 7 mehan bû.

Gerînendetiya Avê ya Hesekê di 3’yê Tîrmeha 2023’yan de Hesekê wek herêmeke bobelatê ragihand. Rêveberiya Xweser ji bo peydakirina alternatîfan ji stasyona Elokê projeyên mezin pêk tîne. Di heman demê de 60 sarîncên avê xistine xizmeta xelkê ku avê li wan belav dike. Her wiha derfetê dide xelkê da ku li ser sarîncan kar bikin û avê ji bîran bikişînin. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, derdora 800 sarînc rojane di nava bejar de avê li xelkê belav dikin. Li aliyekî din rêxistinên sivîl avê didin. Di Adara 2020’î de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê projeya yekemîn a avê li devera Himê ya li rojavayê bajarê Hesekê dabû destpêkirin. Di çarçoveya vê projeyê de 15 bîr hatin kolandin û di 3 mehan de av dida bajar. Lê ji ber kêmbûna asta avê bîr zuha bûn.

Di Tebaxa 2021’an de Rêveberiya Xweser projeyek dabû destpêkirin ku bi dirêjahiya 160 km ava ji çemê Firatê ber bi bajarê Hesekê ve hat kişandin. Lê ji ber kêmkirina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, proje sekinî.

Desteya Rêveberiya Herêmî di Tebaxa 2023’yan de projeyeke nû dabû destpêkirin. Projeya ku li gorî 4 qonaxan pêk tê, 20 bîr li gundewarên navçeya Amûdê tên avakirin û bi boriyên 62 km av ber bi Hesekê ve bê kişandin. Proje destpêka îsal ji ber hin astengiyan û ji ber lêçûna wê ya zêde ku bi qasî 18 milyon dolar e, wê di çend hefteyên bê de dewam bike.

Li gorî Gerînendetiya Avê ya Hesekê pêwîstiya bajar a rojane bi zêdekirî 130 hezar metrekab avê heye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.