Em ê şaredariyan bikin şaredariya gel

Çarşem 10 Nîsan 2024 - 00:53

  • Hevşaredarên Amed, Akdeniz û Serêkaniyê diyar kirin ew ê şaredariyan bikin şaredariyên gel, ziyana ku qeyûm dayî bajêr ji holê rakin, ji bo jin û ciwanan derfetên nû ava bikin, aboriya bajêr xurt bikin.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak bal bire ser rola gelê Kurd a di hilbijartinê de û got,’’Eger ne ji îrade û gelê Kurd bûya, ev serketina hilbijartinê jî nedibû. Li gelek deverên Amedê rêjeya dengê me gelekî bilind bû û me bi rêjeyek bi dest ve anî. Bila li gelê Kurd ê berxwedêr pîroz be ku îradeya xwe nîşan da." Bucak destnîşan kir dagirkeriya qeyûm di 8 salan de ziyaneke mezin daye gel û got,’’ Li welêt hilweşîneke cidî ya aboriyê heye. Sedemên vê jî li holê ne. Ev sedem jî polîtîkaya şer a zêdeyî çil sal in dewam dike û razemeniya li budçeya şer e. Ev yek, yek ji sedemên herî mezin ên giranbûna krîzê û hilweşînê ye. Rewşa ku niha li bajarê me heye jî ev e. Krîza aboriyê ya ku li Amedê bi destê qeyûm hate kirin, xisara civakî, çandî û nasnameyê afirand. Têkildarî xisara nasname û civakî ya ku qeyûm bûne sedem, em ê tavilê bikevin nava liv û tevgerê û xwe komî ser hev bikin.’’

Bi feraseta şaredariya gel..

Bucak bi domdarî ew ê bi feraseta şaredariya gel, şaredariya civakî, bajarên azad û demokratîk em ê rêxistiniyeke pirrengî û tevlîbûna hemû civakê ji xwe re bikin esas û bi vî rengî bixebitin. Serra Bûcak destnîşan kir ku di têkoşîna jinê de sîstema hevserokatiyê destketiyeke gelekî girîng e û got, bi tevlîbûna jinê ya li siyasetê û temsîliyeta wê ya li nava siyasetê ew îro hem li nava partiyê hem jî li nava rêveberiyên xwecihî xwedî temsîliyeta wekhev in û got,’’Ev rewş ji aliyê têkoşîna jinê ve destketiyeke girîng e. ‘’

Akdeniz li benda xizmetê ye

Hevşaredarê DEM Partiyê yê Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz anî zimên Akdenîz navçeya herî girîng a Mersînê ye, ji aliyê aborî, civakî û siyasî ve dilê wê ye, lê ya herî girîng jî bi jiyana bi hev re ya Kurd, Tirk, Ereb, Romen, Rûm, Elewî, Sûnî û Xiristiyanan bajarekî ji xwişk û biratiya gelan e û got, "Ev bajarê ku her beşên civakê lê dijî û di nava wan de pirsgirêk nîne, li benda xizmetê ye."

Sariyildiz destnîşan kir ku tevî karên nelirê, diziya heta niha li şaredariyê hatin kirin wê dest bidin hev, vê şaredariyê bi pêş ve bibin, xizmetê ji şêniyên Akdenîzê re bikin.

Paramîlîter bêne astengkirin

Hevşaredara Serêkaniyê Rahşan jî got,’’Di nava 10 salan de xizmeteke bi tenê jî nehatibû kirin. Ji ber ku di dema şaredariya partiya me de xizmeteke xurt ji gel re dihate kirin û xelkê Serêkaniyê ev yek dît, di hilbijartinê de tecrîha xwe li aliyê me danî û em hilbijart." Bi domdarî Yazar diyar kir ku bajar ji ber ku li ser sînor e her cûre karên qirêj lê tê kirin, hêzên paramîlîter hene û got, "Di rêveberiya me de wê karên bi vî rengî yên rantê û danûstandinên bi hêzên paramîlîter re bêne astengkirin. Wê destê hêzên paramîlîter hatibe birîn. Wê şaredariya bi feraseta rantê dewam neke. Lewma nikarin xwe li vê yekê rabigirin." Rahşan Yazar anî ziman ku ji ber Serêkaniyê li ser sînor e, têkildarî polîtîkaya li hemberî Kurdan ji bo hikumeta AKP-MHP'ê girîng e û got, "Dema ku di destê hikumeta AKP-MHP'ê de bû, vê yekê derfet dida hikumetê ku bi hêzên paramîlîter dest li herêma Kurdan a li aliyê din ê sînor werde. Dewletê hêza xwe bi kar dianî û ev yek bi hêsanî dikir. Ji ber vê yekê Serêkaniyê ji bo desthilatdariyê xwedî girîngiyeke stratejîk bû." Rahşan Yazar bi domdarî got,’’Em ê derfet û firsendê bidin jinan, ciwanan. Ji bo afirandina derfetên kar em ê bikevin nava hewldanan. Ji bo astengdar karibin hîn bi hêsanî bijîn û li malê asê nemînin em ê piştgiriya wan bikin. Bi feraseta xwe ya azadîparêzî û wekheviya jinê em ê jiyaneke bajêr a aştiyane û aram pêşkêş bikin. Em ê bi feraseta şaredariya her kesî, her beşên civakê tevbigerin."

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.