Dixwazin fitneyê derbixin

Çarşem 7 Sibat 2024 - 00:47

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê êrişa li dijî Akademiya Perwerdê ya Hêzên Komandos ên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku di encamê de 6 endamên wê şehîd bûn, bi daxuyaniyekê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate gotin di çarçoveya hedefgirtina îstîqrara herêmê de û xwesteka pêkanîna aloziyê, hemwextî êriş û gefên dewleta Tirk û li gel berdewama ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ ya têkbirina çalakiya şaneyên terorîst li Kampa Holê hîna hin alî naxwazin hewldanên pêkanîna îstîqrarê û xurtkirina hevkariya civakî û têkoşîna li dijî terorê dewam bikin. Ji wan aliyan komên bi ser Îranê, rejîma Sûriyeyê ne. Ev alî beriya çend mehan di armancên xwe yên derxistina alozî û fitneyê navbera pêkhateyên herêmê de li Dêrazorê bi bin ketin. Şehîd kirina şervanan, plana pêkanîna alozî û astengiya hewldanên pêkanîna îstîqrar û têkoşîna li dijî terorê ye. Li kêlek wê ev êriş li gorî armancên dewleta Tirk e ku hewl dide hewldanên gel ên yekitiya di navbera pêkhateyan de têk bibe. Rêveberiyê di dewama daxuyaniyê de anî ziman ku ev êriş di çarçoveya lihevkirinên Astana yên dawî de ne û bang li gelê herêmê bi taybet Dêrazorê kir ku xeteriya van êrişan nas bikin, pêşî li fitne û aloziyê bigirin û helwestekê nîşan bidin.

Di dawiya daxuyaniyê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk sersaxî da malbatên şehîdan û şîfaya lezgîn ji birîndaran re xwest.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.