Nobeta Dadê ya dijî tecrîdê geştir dibe

Çarşem 10 Nîsan 2024 - 00:45

Li bajarên Kurdistanê û Tirkiyê Dayikên Dadê Nobeta Dadê ya bi armanca azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan didodmînin. Dayikên Dadê diyar kirin heta ku tecrîd ranebe ew ê dev ji çalakiya xwe bernedin.

Nobeta Dadê ya li Batmanê hat destpêkirin, di roja 67'an de li avahiya DBP'ê ya bajêr didome. Nobeta ku bi pêşengiya TÛAY-DER'ê hat destpêkirin, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), rêveberên bajêr ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û rêxistinên civaka sivîl ên bajêr serdana wê kirin. Dema serdanê bi dirûşmeyan hate gotin,’’Bê Serok Jiyan nabe’’, ‘’Bijî Berxwedana Zindanan’’, ‘’Jin jiyan azadî’’

Nobeta îro bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî berxwedana zîndanan” û “Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

Mêrdîn

Nobeta Dadê li Mêrdînê di roja 92’an de dewam kir. Gelek kesan bi armanca desteka li nobetê çûne serdanê.

Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrdînê Necla Acibuca ku çûbû serdanê anî ziman ew tecrîda ser Abdullah Ocalan qebûl nakin, şermezar dikin.

Izmîr

Li Izmîrê jî Nobeta Dadê di roja 48’an de dom kir. Gelek kesan serdana nobetê kirin. Dayika Girtiyan Sultan Yagmekan di çalakiya nobetê de axivî. Yadê Sultan got,’’Em  dayik em ê Nobeta Dadê bidomînin. Heya ku tecrîda ser Ocalan tê rakirin, em ê çalakiya xwe bidomînin. Divê bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Heya ku em ji Abdullah Ocalan agahiyekê digirin, em ê nesekinin.’’

Mêrsîn

Li Mêrsînê jî Dayikên Dadê di roja 127’an de çalakiya xwe domandin. Parlamenterê Mêrsînê yê DEM Partiyê Alî Bozan, Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan, Dayikên Aştiyê û gelek welatî tevlî nobetê bûn. Di çalakiyê de Dayikên Aştiyê pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.

Di çalakiyê de Dayika Aşityê Meryem Erbey anî ziman ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd divê demildest deriyên Îmraliyê bên vekirin û got pêwîst e bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin dest pê bikin. 

‘Divê tecrîd rabe’’

Piştre Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan axivî. Bozan destnîşan kir tevahî pirsgirêkên li welat tên jiyîn, girêdayî tecrîda li Îmraliyê ye û bang li dewletê kir ku were ser xeta diyalogê ya sala 2015’an. Bozan axaftina xwe wiha domand: “Tecrîd bandora xwe ser 84 milyon welatiyan dike. Bi qasî ku tecrîda li Îmraliyê dom dike, neçareserkirina pirsgirêka Kurd jî didome; bi qasî ku neçareserkirina pirsgirêka Kurd didome, li Tirkiye û Rojhilata Navîn jî pevçûm berdewam dike. ‘’

Şitil danîn

Piştî daxuyaniyê, Dayikên Aştiyê ji bo rojbûna Rêberê Gelê KurdAbdullah Ocalan li Parka Yilmaz Guney a li navçeya Akdenîzê şitilên daran danîn. Çalakî piştî danîna şitilan, bi dawî bû.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.