Kovan gihîşte warê xwe

Duşem 4 Adar 2024 - 00:09

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hevkariya QSD’ê û YPJ’ê meha Sibatê operasyoneke din a ‘Mirovî û Ewlehiyê’ li Kampa Holê ya li Hesekê da destpêkirin. Di wê operasyonê de jineke din a Êzîdî ya bi navê Kovan Îdo Xirto 26 salî ya 3’yê Tebaxa 2014’an ji aliyê DAÎŞ'ê ve hate revandin, li Kampa Holê hate rizgarkirin. Kovan paşê radestî Mala Êzidiyan a Rojavayê Kurdistanê hatibû kirin. Mala Êzidiyan jî Kovan Îdo Xirto bi rêya hêzên ewlekariyê gihand hêzên YBŞ û YJŞ’ê. TAJÊ îro bi amadebûna malbatê û gelek jinan pêşwazî li Kovan Îdo Xirto kir. Paşê bi tilîlî û gulan radestî malbata wê hate kirin. Endama TAJÊ’ê Edûl Elî  kêfxweşiya xwe anîn ziman û spasiya hêzên ewlekariyê yên Rojavayê Kurdistanê kir û got: “Ew bi ked û xwîna xwe van dîlên me rizgar dikin. Îro em di pêşwaziya 8’ê Adarê de ne, em 8’ê Adarê li tevahiya jinên Êzidî pîrozdikin em bi hêvîne hemû jinên Êzidî vegerin nav kes û karên xwe.” Kovan Îdo Xirto jî ji bo pêşwaziya bi coş a jinên Êzidî  spasî kir û got :“Ez gelek kêfxweşim ku wisa hatim pêşiwazîkirin û ev hesteke gelekî xweş e. Ez bihêvîme hemû jinên din jî bi kêfxweşî vegerin nava malbatên xwe û ji destê DAIŞ’ê rizgar bibin.” Mamê Kovan Îdo Xirto, Xelef Şivan spasiya hêzên Rojava, YBŞ û YJŞ’ê kir û got:“Em Spasiya YBŞ’ê YJŞ’ê û hêzên Rojava dikin ku bi  keda xwe  girtiyên me digihînin me. Ji malbata Kovanê hîn dê û bavê wê diyar nînin, tu agahî jî wan nayê girtin. Em bang li aliyên eleqeder dikin, ji bo vegerandina windahiyên me bixebitin. Hîn jî hikûmeta Iraqê tiştek ji bo wan nekiriye, divê berpirsyariyên xwe bicîh bînin."

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.