Qonaxeke nû destpê dike

Duşem 12 Sibat 2024 - 03:55

KCK: Di 17’ê Sibatê de divê gelê me yê li Ewrûpayê, bi tevlîbûna li mîtînga mezin a Kolnê re, asta welatparêzî û dilsoziya xwe ya bi Rêber APO re, di asta herî bilind de nîşan bide. 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û banga tevlîbûna meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê kir. Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:“Bi pêşengiya dostên gelê Kurd  bi dirûşmeya 'Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî' di 10'ê Cotmeha 2023'yan de pêngava navneteweyî hate destpêkirin. Ev pêngava dîrokî ku di salvegera komploya navneteweyî de hat destpêkirin, di warê encamên xwe de jî dîrokî bû. Pêngava azadiyê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahiya mirovahiyê encamên watedar avakiriye. Ji roja destpêkirina komploya navneteweyî û vir ve gelê Kurd hewl dide dengê xwe li gelemperiya cîhanê bide bihîstin. Pêngava azadiyê gelê me gihand vê armancê. Di serî de gelên bindest ên li cîhanê û jin, yên ku li azadî û demokrasiyê digerin, bi pêngava azadiyê re bi destxistina raman, rêxistinbûn û çalakiyê re gihiştine armancên xwe yên dîrokî. Mirovahî, ji roja ku sosyalîzma reel ji hev belav bûye û vir ve di aliyê fikir û çalakiyê de parçe bûye. Bi teorî û paradîgmaya Rêber Apo re ev rewşa parçebûyî heta asteke girîng hatiye derbaskirin. Beşdarên pêngava azadiyê ji her aliyê cîhanê û ji beşên cuda yên civakê vê rastiyê bi gotin û kirinên xwe nîşan didin. Dema ku em li van her du encamên dîrokî binêrin, ew ê bi awayekî zelal bê dîtin ku Pêngava Azadiyê pêngaveke dîrokî ye û encamên dîrokî diafirîne. Di vî alî de Pêngava Azadiyê ji bo hemû mirovahiyê zayîna berbangeke nû ye. Em, ji bo her kesên ku tevkarî li vê encamê kirine, li her kesên ku pêşengî ji Pêngava Azadiyê ya dîrokî re kirine, li gelên bindest ên cîhanê, jin, ciwan, karker, ekolojîst, rewşenbîr û her kesên ji her devera cîhanê piştgirî bi gotin û çalakiyên xwe dane, spas dikin. Bê guman ev serkeftin di serî de serkeftina gelê Kurdistanê yê welatparêz e. Gelê Kurd bi dilsozî û têkoşîna xwe ya bê dudilî ya ji bo Rêber Apo re, hêviya mirovahiyê mezin kiriye û têkoşîna wekhevî, azadî û demokrasiyê xurt kiriye. Ji ber vê yekê em gelê kurdistanê yê welatparêz jî bi taybet pîroz dikin.

Pêngaveke dîrokî ye

KCK’ê di dewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev pêngava hatiye destpêkirin dîrokî ye û wiha got:’’Pêngava Azadiyê di vê pêvajoya dîrokî de, kesên ku ji bo wekhevî, azadî û demokrasiyê li dijî zilm, mêtingerî û koletiyê têdikoşin, bi hêztir kir. Di pêvajoyeke ku nakokî û pevçûn di navbera hêzên modernîteya kapîtalîst ku dijminên mirovahî û xwezayê ne kûr bûye de, yekîtî û hevgirtina hêzên modernîteya demokratîk ên ji bo wekhevî, azadî û demokrasiyê têdikoşin hê zêdetir bûye. Mirovên ji her aliyê cîhanê bi hêviya jiyaneke nû, cîhaneke azad û bê îstîsmar di Pêngava Azadiyê de hatin cem hev. Em vê yekê weke pêşketineke girîng û dîrokî dibînin. Niha dem hatiye ku ev pêvajoya dîrokî derbasî qonaxeke nû bibe, derxin asteke bilindtir. Bi mîtînga Kolnê ya Mezin re gelê me û hemû dostên wan vê biryardariyê nîşan dan. Pêngava Azadiyê, tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd anî rojevê û wiha destpê kir. Em di wê baweriyê de ne ku, bi çalakiyên heta niha hatine kirin re ev armanc pêk hatiye û wê êdî bi mîtînga mezin a Kolnê re qonaxeke nû bikeve meriyetê. Em bang li tevahiya gelê xwe yê li Ewropayê dijîn dikin ku tevî dostan tevlî mîtînga mezin a Kolnê bibin. Di 17'ê Sibatê de divê gelê me yê li Ewropayê bi tevlîbûna li mîtînga mezin a Kolnê re asta welatparêzî û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re di asta herî bilind de nîşan bide.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.