Qeyûm polîtîkaya mêtingeriyê ye

Çarşem 24 Tîrmeh 2024 - 00:30

Nobetên dijî dagirkeriya qeyûm li Stenbol û Izmîrê didomin. Di nobetan de hate gotin bi qeyûm mafê hilbijartinê yê Kurdan tine tê hesibandin û hate destnîşankirin rejîma qeyûm ji polîtîkaya mêtingeriya li ser Kurdan ne qut e û encama vê polîtîkayê ye.

Di çalakiyê de ku gelek nûnerên saziyan û welatî tevlîbûn pêşmalkên ku li ser “Li dijî qeyûm em di nobeta edaletê de ne” dinivîsî li xwe kirin. Di çalakiyê de pankarta “Qeyûm darbe ye”, “Şaredarî yên me ne”, “Hûn nikarin desteser bikin”, “Li dijî qeyûm di nobetê de ne” hate vekirin û dowîzên “Vîna gel wê serbikeve”, “Em qeyûman qebûl nakin” hatin hilgirtin. Girseyê her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana Colemêrgê”, “Qeyûm darbe ye, ji darbeyê re na” û “Colemêrg li ber xwe bide, Îzmîr bi te re ye” berz kirin.

Qeyûm di dewleta hiqûqê de nabe

Rêvebera TÎP’ê ya Îzmîrê Sena Yazibagli ya di çalakiyê de axivî, destnîşan kir ji aliyê AKP’ê û MHP’ê ve bi awayekî bêhiqûqî qeyûm hatiye tayînkirin û got: “Em li dijî vê bêhiqûqiyê û desteserkirina vîne ne. Bi sûcên li ser daxwazê vîna gel nikare were desteserkirin. Êdî rewabûna desthilateke rêzê ji sindoqan û vîna hilbijêran re negire nemaye. Şûna bijartiyan kesên tên tayînkirin nikarin bên tayînkirin. Feraseta qeyûm bi xwe di nava dewleteke hiqûqê ya demokratîk de pûç û vala ye.

Berxwedan didome

Endama Înîsiyatîfa Têkoşîna Sosyalîst Tûgçe Kizildemîr jî bi bîr xist ku provaya tayînkirina qeyûman li Wanê hate kirin û anî ziman ku di encama berxwedana li vir pêşî li desteserkirina vînê ya li Wanê hate girtin. Kizildemîr anî ziman ku heman berxwedan niha li her derê Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo Colemêrgê berdewam dike. Kizildemîr da zanîn ku feraseta qeyûm a li dijî vîna gel ji polîtîkayên mêtîngeriyê serbixwe nînin.

Dijî qeyûm sekna Huseynî 

Piştî axaftinan Şaxa Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) a Îzmîrê ji ber Meha Mûharremê di Nobeta Edaletê de aşûre belav kir. Hevserokê Şaxa DAD’ê yê Îzmîrê Firat Dîkmen ê piştî belavkirina aşûreyê axivî û wiha got: “Kesên ku qeyûm tayînî vîna gelê Kurd û saziyên Elewiyan dikin ji feraseta yezîd in. Em li dijî vê ferasetê li cem canên xwe yên sekna Huseynî nîşan didinin. Em hêvî dikin ku ev lokmeyên me parvekirin bibin wesîleya hem yekîtî hem hevgirtina me.”

Çalakiya nobetê ku Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê li Qada Şîşhane ya Beyoglûyê daye destpêkirin di roja 41’emîn de berdewam kir. Di çalakiyê de çalakvanan tîşortên bi nivîsa “Qeyûm bicihime” li xwe hatin, pankartên “Taksîm Colemêrg ên me ne, ji 1’ê Gulanê re azadî, qeyûm bicihime” û “Stenbol ji bo Colemêrgê di nobetê de ye” hatin vekirin. Di çalakiyê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana Colemêrgê” û “Qeyûm dê biçin em ê bimînin” hatin berzkirin.

Mafê hilbijatinê tine dihesibînin

Mamosteyê teqawîd Hûlûsî Zeybel ê di çalakiyê de ewilî axivî, bi lêv kir ku qeyûm tunehesibandina demokrasiyê ye. Pişt re Hevserokê DEM Partiyê Yûnûs Onal axivî. Onal got ku heta ku feraseta qeyûm biçe em ê berxwedana xwe bidomînin û ev tişt gotin: “Em di sala 2024’an de dibînin ku mafê Kurdan ê bijartin û hilbijartinê nîne. Ev şermeke mezin e, faşîzma AKP’ê û MHP’ê ku ev faşîzm aniye welat dê biçe sergoyê dîrokê.”

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.