Şanogerên navçeya Çemçemalê qeyrana darayî ya li Herêma Kurdistanê wek sedemê paşketina şanoyê li Herêma Kurdistanê giştî û navçeya Çemçemal taybet dibînin. Li gor şanogeran, ger qeyrana darayî nebe û piştgiriya şanogeran were kirin, wê bikarin hunera şanoyê li navçeyê ber bi pêşve bibin.
Duh Roja Şanoyê ya Cîhanî bû, lê niha ti wateyek ya vê rojê ji bo şanogerên navçeya Çemçemal a ser bi Silêmaniyê nîne. Sedemê vê yekê jî ewe ku hunera şanoyê li navçeyê gelek paş de maye û hikûmet bi behaneya qeyrana darayî ti çalakiyek şanoyî pêknayîne. Di derbarê vê mijarê de şanogerên navçeya Çemçemalê axivîn.
Şanoger Talib Ebdulkerîm di derbarê Roja Şanoyê ya Cîhanî de got: “Ez vê rojê li tevayî şanogerên cîhanê, şanogerên Kurdistanê û bi taybetî jî şanogerên Çemçemalê pîroz dikim. Ev roj ji bo me rojek gelek taybete.” Di derbarê sedemên kêmbûna karê şanoyê li navçeya Çemçemalê de jî Talib Ebdulkerîm wiha got: “Hin sedemên kêmbûna kar û çalakiyên şanoyê hene, yek ji sedeman ewe ku şano ji bo şanogeran nebûye debara jiyanê. Belkû gelek şanoger li dervey şanogeriyê debara xwe bi karên din dikin. Yek ji sedemên din nebûna alîkariya hikûmetê ya bi şanogeran re ye.”
Rewş ber bi xerabiyê ve diçe
Derhênerê Şanoyê Helwest Nerîman jî li ser Roja Şanoyê ya Cîhanî got: “Roja Şanoyê ya Cîhanî di sala 1948’an de biryar hatiye dayîn ku her sal 27’ê Adarê wek roja şanoyê ya cîhanî bê pîrozkirin. Salane ji aliyê hunermendekî cîhanî ve peyama vê rojê tê nivîsandin. Mixabin peyama tê nivîsandin jî hemû rexne û gazindên li ser rewşa hunermendên cîhanî ye. Mixabin roj bi roj em dibînin ku rewşa hunermendan ber bi xirabiyê ve diçe. Li gor min divê em şînê ji bo şanoya Kurdî bigrîn. Ji berku nabe mirov li welatekî bijî li paytexta wî welatî her du salan carek şanoyek têde bê nîşandan. Nabe paytextek rewşenbîrî hebe ku salê carek şanoyek bê nîşandan yan jî neyê nîşandan.”
Qeyranê rê li ber çalakiyan girt
Di derbarê kêmbûna hunera şano ya li navçeya Çemçemalê de Helwest Nerîman got: “li Kurdistanê huner nebûye pîşe, dema hunermend şanoya xwe pêşkêş dike bikare bi bilêtên şanoya xwe bijît.” Di derbarê bandora qeyrana darayî ya li ser kêmbûna şanoyê jî Helwest Nerîman wiha axivî: “Bê guman qeyrana darayî sedemek sereke yê kêmbûna karên hunerî ye. Ji berku beriya qeyrana darayî salane gelek karên baş dihatin kirin û şanogeran karê xwe bi başî dikirin. Lê niha ji ber qeyrana darayî ti çalakiyên hunerî nemane.”
Pêdiviyên şanogeran jî hene
Li ser heman mijarê Rêveberê Rewşenbiriya Çemçemalê Idrîs Şewket jî di destpêka axaftina xwe de her du şanogerên bi navê Xwanas Wirya û Mamosta Fuad Hemexanî bi bîr anî û roja şanoyê li şanogerên Çemçemalê pîroz kir. Idrîs Şewket diyarkir ku di salên borî de Wezareta Rewşenbîrî piştgirî dida şanogeran û şanogeran jî gelek çalakiyên şanoyê li ser cade û festîvalan lidar dixistin. Idrîs got: “Lê mixabin ji ber vê rewşa ku niha heyî em nikarin di nava salê de şanoyek pêşkêş bikin. Em rûbirûyê gelek gilî û gazindan bûne û ji me dipirsin çima karên hunerî nayên kirin. Divê em vê yekê ji bîr nekin ku şanoger jî mirove û pêwîstiya wî/wê bi dahatekê heye da ku bikare jiyan bike.”
Sedem tinebûna pereyan e!
Di derbarê nebûna ti çalakiyek hunerî di roja şanoyê ya cîhanî de jî Idrîs Şewket wiha got: “Sedemê wê nebûne pere ye. Ji ber dema pere nebe nikarîn çalakiyan pêkbînin. Nabe mirov rojek wisan giring bi çalakiyek asayî pîroz bike. Pêwîste çend çalakiyek bên kirin, ji wana jî çapkirina pirtûk, yan jî pêşkêşkirina şanoyê, yan jî dayîna xelatên rêzgirtinê bi şanogeran. Ev pirsgirêk ne tenê li vir heye, vaye li paytexta Herêma Kurdistanê çend sale ev roj nayê pîrozkirin û ti şanoyek jî di vê rojê de nayê pêşkêşkirin.’’
ROJNEWS/ÇEMÇEMAL