Êrişên dewleta tirk dewam dikin
Şemî 8 Adar 2025 - 02:55
Rojnamevan Gemo Mihemed da zanîn tevî peyama Rêber Apo êrişên dewleta tirk dewam dikin û got:"Birêz Ocalan piştî 26 salan a li girtîgehê metirsiya vê dît, ya dikeve ser milê hemû aliyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê divê girîngiya vê qonaxê bizane.”
Her ku diçe bandor û girîngiya peyama dîrokî ya Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ li nava civakê zêdetir dibe. Di vê çarçoveyê de Rojnamevan Kemo Mihemed axivî.
Rojnamevan Gemo Mihemed bal kişand ser bandora peyama dîrokî ya Rêber Apo û got: “Banga Ocalan, peyameke ji bo vê qonaxa giran û hestyar a Rojhilata Navîn e. Di banga wî de vekirî ye, dixwaze li Rojhilata Navîn qonaxeke nû ya xebatê bide destpêkirin. Bi taybet li Bakurê Kurdistan piştrast kiriye PKK xwedî wê kêrhatiyê ye guherînên mezin li nava xwe bike.”
Rojnamevan Gemo Mihemed diyar kir ku PKK’ê ew kodên li nava peyama Rêber Apo heye rûn kir û got: “Em girêdayî peyama wî ne û agirbest dikin û diyar kirin ku heta êriş li ser wan nebin ew ê ti êrişan nekin. Dewleta Tirk sînorên Amêdiyê bombe kir. Ev yek tê wateya binpêkirina weke 8 carên berê ku agirbest hatibû îlankirin û bi êrişan hatine valaderxistin. Niha li Rojhilata Navîn guherînên mezin pêk tên û Birêz Ocalan piştî 26 salan a li girtîgehê metirsiya vê dît, ya dikeve ser milê hemû aliyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê divê girîngiya vê qonaxê bizane.”
SILÊMANÎ/ROJNEWS