Bernameya Yenîsahne ya meha Adarê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 6 Adar 2025 - 00:39

Yenîsahne ku li Batmanê xebatên çandî dike bernameya xwe ya meha adarê eşkere kir.
Bernameya wan a vê mehê bi lîstika "Bekoyê Ewan" dest pê kir û 27'ê mehê bi "Karmakarişik"ê bi dawî dibe. Ev lîstika "Karmakarişik" 6'ê mehê jî li ser dika wan e.
Lîstika wan "Bekoyê Ewan" wê rojên 13 û 20'ê jî bê lîstin.

Yenisahne 9'ê mehê deriyê xwe ji bo Şano Jin a bi navê "Kendine Ait" vedike. 14'ê mehê jî "Qral û Travîs" wê li ser dikê be. Bername 18'ê mehê bi lîstika "Soytari" ya Yenisahne Atolyeyê, 19'ê mehê bi lîstika "Circus D'Arc" ya Kadropa wê bidome. Her wiha 22'yê mehê jî çalakiyeke gotûbêj û îmzeyê ligel Hasan Bayam heye.

Lîstika Yenîsahneyê "Bekoyê Ewan" ji bilî lîstina li ser dika xwe, 15 jî wê Mêrdînê bê derkeve pêşberî şanohezan.

ÊLIH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.