Divê Birêz Ocalan were berdan

În 7 Adar 2025 - 03:35

Têkildarî banga dîrokî ya Rêber Apo, Mamosta Seyîd Îsa Berzincî ku ji malbata Şahê Wilyan û kesayeteke siyasî yê ji mezheba Şîeyên Herêma Kurdistanê ye, ji ajansa Rojnews’ê re nirxand. Seyîd Îsa Berzincî têkildarî girîngiya banga dîrokî ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Rêber Apo wiha got:“Gelek eşkereye ku pêşwaziyeke gelek mezin û berfireh li ser asta Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê hate kirin. Li gor min banga Birêz Ocalan, bang û peyameke geleke girîng e û di demeke girîng de hatiye dayîn. Ev peyame di şert û mercên navnetewî û herêmî yên girîng û pir hesas de hate dayîn. Ez tenê wê dizanim ku ev peyame sojeya têkoşîna azadiyê ya şoreşa mezin ya rêberê mezin ê Kurd Abdullah Ocalan ya dîroka 50 salane.”

Mafê Kurdan garantî bikin

Berzincî da zanîn ku bi baweriya wî niha dora gavavêtinê ya Erdogan, hikûmeta wî û dewleta Tirkiyeyê ye û got:’’Eger niyeta Erdogan, hikûmeta wî û Tirkiyeyê ya çareseriyê hebe, divê li beramberî banga Birêz Ocalan pêngava destpêkê ya ku bavêjin; berdana Ocalan ji girtîgehê be. Pêngava duyemîn jî berdana hemû girtiyên siyasî û vekirina rûpelekê nû ya yasa û destûra Tirkiyeyê ye. Di vê çarçoveyê de destûra Komara Tirkiyeyê garantiya parastina mafên hemû pêkhate, netew, baweriyan ku bi taybet gelê Kurd ku rêjeyeke mezin ya şêniya Tirkiyeyê pêk tîne, bide.”

Bi çavekî mezin li Rêber APO binêrin

Kesayetê siyasî yê ji mezheba Şîeyên Herêma Kurdistanê derbarê mezinahiya Rêber Apo ya di şoreşgerî, rêbertî, bîrmendî û qehremantiyê de bi van gotinan pênase kir:’’Bîrmendek, merdek, şoreşgerek, serkirdeyek, qehreman û rêberekê mezin ku ew jî Birêz Ocalan’e, piştî 26 salên di girtîgehê de derbas kir û hîn jî derbaz dike peyameke nivîskî ya wî cîhan û Rojhilata Navîn hejand. Li nav gelê Kurd divê bi çavekê mezin li Rêber Ocalan bê nêrîn. Ez dikarim bêjim gelê Kurd bi sedan salene serkirde û rêberekê wiha mezin ji xwe re nedîtiye. Birêz Ocalan 26 salin di girtîgehê de ye û ev rêberê mezin bi dayîna vê banga dîrokî çavê wî li wê yekê nîne ku ji bo şexsê xwe li beramberî peyamê de tiştekê bidest bixe yan jî feydeyekê malbatî bifikire. Lewra banga Ocalan ji bo xizmeta aştî û wekheviya gelên Rojhilata Navîne. Lewra banga Birêz Ocalan gelek girîng û dîrokî û navnetewî ye.”

Hêza PKK’ê li cîhanê belav bûye

Têkildarî li beramberî banga Rêber APO ragihandina agirbestê ji aliyê PKK’ê ve Seyîd Îsa Berzincî wiha got:“PKK ji bi hezaran keç, xortên fedayî yên vî welatî pêk tê ku dest ji hemû xweşiyên xwe yên şexsî, malbatî anîne ji bo ku agirê vê şoreşa azadiyê heta dawiyê geş bihêlin. Bi baweriya min çawa hêzeke mezin ya gerdûnî heye ku vî zemînî dizivirîne, PKK jî hêzeke fikrî ya ji bo azadiyê li Rojhilata Navîn têdikoşe ye. Banga Birêz Ocalan tenê ji bo PKK’ê û gelê Kurd nîne. Ji bo Tirkiye, Sûriye, Iraq û welatê herêmê ye jî. Ji ber ku hêza PKK’ê û akademiya Rêber Ocalan ku akademiyeke li navnetewî belav bûye ku heta Emerîka û Efrîqa jî çûye. Lewra hemû pêkhate, gel û bawerî dikarin sûdê ji vê peyamê wergirin. Divê teşwîqa serkirdayetiyê ji bo ev bang bigihe aste bilind û bikeve meriyete were kirin. Da ku jiyana me ya mayî bikaribîn bi aramî bijî û nifşê paşerojê jî vê bangê û pêvajoyê weke pêngaveke dîrokî bibînin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.