- Lîstika "Ez Eyşe Şan" cara yekem roja 12'yê mehê derdikeve pêşberî temaşevanan.
Lîstika bi navê "Ez Eyşe Şan" qala çîroka stranbêja navdar Eyşe Şanê dike. Derhêner û nivîskar Mîrza Metîn lîstik nivîsandiye, derhêner û lîstikvan Berfîn Zenderlioglu jî rola Eyşe Şanê lîstiye. Niha dengê Eyşe Şanê bi vê lîstikê carek din derkeve ser dikê.
Li dinyayê hemû gel qedr û qîmetê didin hunermendên xwe; li ser wan fîlman dikişînin, jiyana wan dikin lîstikên şanoyê, pirtûkan li ser wan dinivîsin. Xebatên wekî "Ez Eyşe Şan" jî di vê çarçoveyê de bi qîmet in. Tiştek girîng e ku hunermendên kurd jî qîmetê didin hunermendê xwe yên gorbihuşt. Niha her du kedkarên şanoya kurdî Mîrza Metîn û Berfîn Zenderlîoglu bi awayekî muzîkal ev lîstik amade kiriye û carek din rih û can dane Eyşe Şanê.
Amadekaran lîstikê li ser lîstikê wisa dibêjin, "Deng... Jin... Agir... Eşq... Berxwedan... Klam... Stran... Baviksalarî…Eyşe Şan, wekî jinekê û wekî muzîkjenekê heta mirina xwe hem rûbirûyî li paşverûya civakî, hişmendîya mêraniyê, qedexekirina ziman, sansur û dizîya hünere maye û hem jî li hember hemûyan li berxe daye. Jiyana wê çîrokeke berxwedanê ye di nava ew qas êş û zordarîyê de
Ev şanoya vebêjîya ku rêzgirtinek e li ber jîyan û hunera Eyşe Şan, xwe spartîye jînenîgarîya wê, lê bi honandineke xeyalî ve hatiye nivîsandin."
Lîstik roja 12'yê mehê saet 20.30 de li Kadikoy Boa Sahneyê dê bê lîstin. Her wiha roja 8'ê avrêlê li heman cihî dîsa dê bê lîstin.
Kunyeya Lîstikê
- Nivîskar - Konsept: Mîrza Metîn
- Performans: Berfîn Zenderlîoglu
- Ronahî: Erhan Mîr
- Sazkirina Cil û berg: Hilal Polat
- Asistana Lîstikê: Evîn Acar
- Wergerandina Jornivîsê: Suleyman Akkuş (lîstik bi kurdî ye, ji bo yên kurdî nizanin, bi tirkî jornivîs tê belavkirin)
Eyşe Şan kî ye?
Eyşe Şan di sala 1938'an de li Amedê hatiye dinê. Di 20 saliya xwe de bêyî dilê wê, wê dizewicînin. Keçek wê çêdibe, paşê dest ji mêrê xwe ber dide. Piştî vê kêliyê di Radyoya Entabê de dest bi strînê dike. Di destpêka salên 1960'î de bi kurdî û tirkî stranan distrê û ji ber kurdî rastî zordariyê tê. Wan salan strana wê "Xezal Xezal" navdar dibe. Eyşe Şan di sala 1972'yan de diçe Almanyayê, dibe penaber.
Di sala 1979'an de diçe Bexdayê û li Radyoya Bexdayê stranan distrê. Li vir ligel hunermendên wekî Mihemed Arifê Cizîrî, Hesen Cizîrî, Tehsîn Teha, Meryem Xan, Îsa Berwarî hev dinasin û di gelek konseran de bi hev re distrên.
Dixwaze vegera Amedê lê ew û xizmên wê li hev nakin; berê xwe dide Îzmîrê. Di 18'ê berfanbara 1996'an de li îzmîrê dimire.
"Xezal Xezal", "Lê lê Xifşê", "Lê lê bêmal", "Lorke", "Qederê", "Siverek Yollarinda", "Gurbette", "Hey wax dayê" hin stranên wê ne ku zêde têne zanîn. DIYARNAME