Îsal wê 10'emîn Rojên Şanoyê ya Amedê li dar bikeve. Niha dema serîlêdanê ye. Şanoyên ku bixwazin beşdar bibin divê heta 31'ê adarê serîlêdana xwe pêk bînin.
Rojên Şanoyê ya Amedê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin. Daîreya Karên Civakî û Çandî ya Şaredariyê bi xebatên wisa dixwaze gel û şano, muzîk û sînemayê bîne ba hev. Heta niha 9 caran Rojên Şanoyê ya Amedê hatibû lidar xistin, niha cara dehan dê li dar bikeve. Rojên şanoyê di bin banê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin de wê di navbera rojên 25'ê avrêlê û 5'ê gulanê de li dar bikeve.
Komên bixwazin bi lîstikên xwe beşdar bibin dikarin bi ser e-mail û telefonê re xwe bigihînin amadekaran. Ji bo serîlêdanê agahiyên li ser koma şanoyê, videoya lîstika dê derxin ser dikê, materyalên dîtbarî û kunyeya lîstikê divê bişînin.
Ji bo têkiliyê:
- Mail: amedsanofestival@gmail.com
- Tel: 0412 502 90 18
NAVENDA NÛÇEYAN