Zemînê gotubêja rasteqîn ava dike
Pêncşem 6 Adar 2025 - 03:25
Rojnamevan û nivîskar Kemal Reûf behsa girîngiya banga dîrokî ya Rêber Apo kir û hewlên wî yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dike. Di destpêka axaftinên xwe de Kemal Reûf behsa girîngiya banga sedsalê ya Rêber Apo kir û got:“Girîngiya banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ewe ku her çiqas Birêz Ocalan serokekî xwedî gotinê ye lê ne dixwest gotûbêjên di odeyên tarî de pêk bên û peyama xwe arasteyî aliyên siyasî yên Tirkiyê û derveyî Tirkiyê kir. Ji ber vê yekê peyama Birêz Ocalan ji aliyê piraniya navendên siyasî yên cîhanê û herêmê ve girîngiyeke mezin wergirtiye. Peyamek bê perde ye û pêdivî bi wê yekê tune ye mirov gumanan jê hebe. Ez bawer dikim peyama Birêz Ocalan zemînê gotûbêje rasteqîn amade dike.” Rojnamevan û nivîskar Kemal Reûf bal kişand ser piştgiriya Kurdan ji her çar parçeyan ji bo pêvajoyê û wiha got:“Di vê qonaxê de erkê Kurdên parçên din ewe ku piştgirî û destekê ji pêvajoya aştiyê re bikin. Ev piştgirî ji bo pêvajoya aştiyê wateya wê nine ku ruhê radestbûnê di nav gerîla û hêzên PKK’ê de çêbikin. Lêbelê wateya wê ewe ku em dibin beşek ji parastinê û piştgiriyê ji bo serkeftina pêvajoyê. Ev rewş dikare bibe nimûneyeke li Rojhilata Navîn ku hêza siyasî piştî têkoşîna çekdarî dikare bibe beşek ji pêvajoya têkoşîneke sivîl.” Di dawiyê de nivîskar û rojnamevan Kemal Reûf Îşaret bi têkoşîna PKK’ê û destketiyên mezin ji bo gelê Kurd kir û got:“Ger anîna berhev ligel wan rojan ku têkoşîna çekdarî ya PKK’ê destpê kir ligel niha bikin, Kurd ji aliyê çandî, têgihîştina siyasî û xwenasînê ve di asteke pir bilind de ye. Her wiha ji aliyê têgihîştinê û hêviyê ve ku Kurd beşeke sereke ye di pêkhateya Tirkiyê de ye. Ev destkeft hemû ji rêya têkoşîna PKK’ê ve bidest ketine. Di 80 salên borî de Kurd di qonaxeke dijwar de jiyaye û îro çûye qonaxeke nû û gihiştiye gelek armancê xwe yên jêre têkoşîn kiriye.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ