Qedexe mekîneyeke sûc e

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 26 Mijdar 2022 - 02:30

BERDAN DOGAN/FRANKFURT

 

Beriya bi 6 mehan li ser navê PKK'ê parêzeran miracaetî Wezareta Karên Hundir a Elman kir ji bo betalkirina qedexekirina PKK'ê. Wezaret hîna jî bersiva parêzeran nedaye, yan jî negotiye ku wê miracaet wergirtiye jî. Ji parêzeran Dr. Lukas Theune, ditirse ku Elmanya ji prensîpên dewleta hiqûqê tawîzan bide. 

Elmanyayê, bi fermana Wezîrê Karê hundir ê hingê Manfred Kanther 26'ê Mijdara 1993'yan xebatên PKK'ê li Elmanyayê bi temamî qedexe kiribû. 29 sal di ser vê qedexeyê re bihurîn û bêyî biryar yan jî sedemeke hiqûqî, ev qedexe îro jî ji bo krîmînalîzekirina Kurdan tê bikaranîn. 

Pisporên hiqûqa ceza Dr. Lukas Theune û Dr. Peer Stolle 11'ê Gulana bihurî ji bo betalkirina qedexekirina PKK'ê, li ser navê endamên Komîteya Rêveber a PKK'ê Murat Karayılan û Duran Kalkan miracaetî wezareta federal a karê hundir a Elmanyayê kiribû.

Dr. Lukas Theune ji me re ragihand ku hîna bersiva miracaeta wan nehatiye dayîn û ew li ser wergirtina wê jî nehatine agahdarkirin. Theune da zanîn ku wan wezaret li ser vê yekê hişyar kiriye û heger bersivekê nedin miracaeta wan, ew ê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Theune da zanîn ku mohleta ji bo bersivdayîna miracaetekê ji bo meqamên fermî sê meh in. Dr. Markus Theune di de zanîn ku sebra wan êdî nemaye, wan wezaret jî hişyar kiriye. Bi ya wê wezaret wê beriya dawiya salê bersivê bide. 

Îhtîmala ku wezaret miracaetê red bike, heye û hingê Theune dide zanîn ku ew ê rêyên hiqûqî yên li ber xwe dewam bikin. 

 

Pirsgirêk qedexe bi xwe ye

Dr. Markus Theune dibêje, ti sûcê PKK’ê li Elmanyayê kiriye nîne û wiha dewam dike: “Yanî ti bingehê vê qedexeyê nîne. Ya ku bi bikaranîna sîlehên kîmyewî û bi dorneyan mirovan dikuje, hiqûqa navneteweyî binpê dike, dewleta Tirk bi xwe ye.

Qedexekirina PKK'ê pêşî sûcan çêdike û paşê ev sûcên hanê jî ji bo dewamkirina qedexeyê weke hincet tên nîşandan. Qedexekirina PKK'ê Kurdan marjînalîze dike û wan ji mafên wan ên sereke bêpar dike. Betalkirina qedexeyê wê bike ku ew jî li nava civakê zêde bibin û firsendekê ji bo diyalogê biafirîne. Gelek înîsiyatîf, kom û ferd li Elmanyayê dixwazin dawî li krîmînalîzekirina Kurdan bê anîn. Ji bo em encamekê bi dest bixin divê her kes dengê xwe di heman demê de bilind bike.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.