Qedexe bi dawî nabin!

Çarşem 7 Hezîran 2023 - 01:02

MARTA SOMEK/JINNEWS/STENBOL

 

Parêzeran di 6'ê Nîsana 2023'yan de jî ji bo hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdan û îtiraz hatin redkirin. Hîn biryara qedexeya din neqediyabû dadgeriyê di 15'ê Gulanê de da zanîn biryareke din a qedexeyê heye. Her carê bi biryarên nû qedexeyên nû tên ragihandin. 

CPT'yê anîbû ziman di 20-29'ê îlona 2022'yan de çûye serdana Îmraliyê. Tevî hewldanan jî CPT'yê derbarê vê de tu daxuyanî neda. Li dijî vê tecrîda mutlak li gelek cihên cîhanê dengê daxwaza fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat bilindkirin.  

Lêkolînera Dîroka Girtîgehan Anna Clara Basilicò, pirsên JINNEWS'ê bersivand. 

Basilico derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan de ev nirxandin kirin; ’’Gelekî girîng e ku em bi bîr bixin ku tecrîd li dijî Tevgera Azadiya Kurd wekî amûrekê tê bikaranîn. Ev amûra qelshiştinê ye. Lê belê tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn û daxwaza tevgerê qels nexist. Qebûlkirina vê û girêdana bi vê xalê girîng e. Divê em balê bibin ser vê yekê ku hikumeta Tirk peymanên navxweyî û yên navneweyî yên îmze kiriye tune dihesibîne. 

 

Aştî ne li gorî kapîtalîzmê ye

Basilico derbarê nerazîbûn li dijî tecrîdê de jî got;’’Girtina Ocalan ne tenê meseleya Tirkiyeyê ye. Gelek hukumet ji bo vê xebitîn. Ji ber Ocalan di warê birêveberina civakê de bi hêz û çalak bû loma jî jê tirsiyan û serwîsên veşartî yên gelek welatan tevlî revandina wî bûn. Em dikarin çawa bêdengiya aktorên navneteweyî şîrove bikin? Senaryoya aştiyê ne li gor berjewendiyên hêzê kapîtalîst e. 

 

CPT metirsî zêdetir kirin

Basilico di dewama axaftina xwe de da zanîn ku CPT di Îlona 2022’an de çûye girava Îmraliyê, lê derbarê serdanê de agahî nedane û wiha got; ’’Serdana Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê li şûna ku tirsa ji rewşa Ocalan rehet bike, zêdetir kir. Amadekirin û şandina raporekê demeke dirêj digire û senaryoya ku desthilatdariya Tirkiyê bi tena serê xwe xwediyê wê hêzê ye ku biryarê bide raporê biweşîne, ne cihê baweriyê ye. Li gel azadiya Ocalan, gelek girîng e ku ji bo hevdîtina bi parêzer û malbatê re zext bên kirin.’’

 

Îmralî bi xwe binpêkirin e

Clara Basilico derbarê daxuyaniya wezareta edaleta Tirk ku gotibû li Îmraliyê binpêkirina mafan tine ye jî ev nirxandin kirin;’’Di bin vê rejîmê de bihîstina gotineke wiha me matmayî nake. Girtîgeha Îmraliyê û girtina li wê derê ya kesan bi serê xwe binpêkirinek e. Ji bo pênasekirina wê mirov bahsa Girava Robben ku Nelson Mandela 18 salan lê mabû bike bes e. Girava Dawson, Goli Otok, ku di dema rejîma Pînochet de dihat bikaranîn, li Kroatya, zindana siyasî ya Yugoslavyaya Tîto, Makronisos, Yewnanîstan di bin dîktatoriya fermandarên leşkerî de dihat bikaranîn. Ev hemû girtîgeh di bin rejîmên otorîter de hatin bikaranîn. Ev hemû pêkanîn ji bo tecrîdkirin û îşkenceya tê kirin bê veşartin dihatin kirin û têkiliya girtiyan bi derve re dihat qutkirin.’’

Basilico derbarê girîngiya azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de jî wiha got; ’’Kesê senaryoya şerê li Rojhilata Navîn çareser bike Abdullah Ocalan bû. Bêyî wî, zehmet e ku lihevkirinek li herêmê were xeyalkirin. Lê heta ku dewleta Tirk tecrîdê bi dawî neke û Abdullah Ocalan azad nebe, li Kurdistan û herêmên derdora wê tu aştî wê pêk neyê. Divê saziyên navneteweyî bi tevgera azadiya Kurd û Ocalan re bibin yek. Divê ji aliyekî ve ji bo civakek demokratîk bê avakirin xebat bê kirin, ji aliyekî ve jî divê dewleta tirk bê tecrîdkirin û li gelê Kurd û dostên wî yên enternasyonalîst. Ev jî tê wateya zexta li ser hikûmetan.’’

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.