Mafê Rêber Apo yê hevdîtinê heye

Duşem 16 Kanûn 2024 - 02:35

Şêniyên bajarê Amûdê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî di girtîgeha Îmraliyê de hatiye ragirtin, lê ramanên wî yên banga yekitî, projeya neteweya demokratîk dike azad e.

Şêniyên ji bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê pergala qirkirin û îşkenceyê ku desthilata Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan didomîne, şermezar kir.

Emşe Şêxmûs anî ziman ku divê li qadan bin heya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin û got: “Eger em Rêberê xwe azad nebînin, hingî em jî ne azad in.”

Emşe Şêxmûs da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî di girtîgeha Îmraliyê de hatiye ragirtin, lê ramanên wî yên banga yekitî, projeya neteweya demokratîk dike azad e.

Şêrîn Dirbas ramanên Rêber Abdullah Ocalan wekî kilîta çareserkirin pirsgirêka Kurd û rawestandina Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi nav kir û got mafê Rêber Abdullah Ocalan heye malbat û parêzerên xwe bibîne.

Semîr Orkêş diyar kir ku ew azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dixwazin û got: "Heya azadiya wî ya fîzîkî em ê bi fikr û felsefe û projeya wî ya demokratîk girêdayî bin û têbikoşin.”

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.