Ev pêkanîn girêdayî tecrîdê ye

În 20 Kanûn 2024 - 02:25

Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Ayfer Yildirim der barê kampanyaya ji bo piştevaniya malbatên girtiyên ku pere ji girtiyan re şandin û sûcdar hatin dîtin de dane destpêkirin, axivî û got:"Bi vê sûcdarkirinê mafê girtiyan bi zanebûn tê xespkirin. Ev pêkanîn girêdayî tecrîdê ye. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan li ser hemû civakê pêk tê. Li ser girtiyan jî pêk tê."

Binpêkirina mafan li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê roj bi roj zêde dibe. Tevî ku bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk hat jî, weke ku Rêber Abdullah Ocalan got, tecrîd hê jî didome. Dewamkirina tecrîdê tê wateya ku hem girtî, hem jî xizmên wan û hem jî civak di binê tecrîdê ne. Bi taybetî di van demên dawî de kesên ku ji girtiyan re pere dişînin bi hinceta "fînansekirina rêxistinê" tên binçavkirin û girtin. Hatîce Yildiz a 75 salî ya ku ji ber hinceta ji bo keça xwe û hevjîna keça xwe ya li girtîgehê pere şandibû 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, di 23'yê Adarê de hatibû girtin. Endama Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Stenbolê Hatîce Onaran jî bi îdiaya "Li dijî Qanûna Pêşîlêgirtina Fînansekirina Terorê" 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê û hat girtin.

Li dijî vê li gelek bajaran kampanya hat destpêkirin. Li Îzmîrê 16’ê Kanûnê kampanya hat destpêkirin. Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan (EGE-TUHAYDER) Ayfer Yildirim axivî û da zanîn ku ev pêkanîn girêdayî tecrîdê ye û bi armanca piştevaniya girtiyan ev kampanya dane destpêkirin.

Ev pêkanîn girêdayî tecrîdê ye

Ayfer Yildirim da zanîn ku sûchesibandina şandina pereyan pêkanînek kêfî ye û trajîkomîk e û wiha dewam kir:"Ji derve xwarin, cil û berg dermanan nagirin hundir. Girtî hewcedariyan ji kantînê peyda dikin. Vî jî bi pereyê tê şandin dikin. Bi vê sûcdarkirinê mafê girtiyan bi zanebûn tê xespkirin. Ev pêkanîn girêdayî tecrîdê ye. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan li ser hemû civakê pêk tê. Li ser girtiyan jî pêk tê. Ji ber vê ev pêkanîn girêdayî tecrîdê ye.”

Wê kampanya bidomin

Ayfer Yildirim di dawiya axaftinê de wiha got: “Heta ev binpêkirin ji holê ranebe wê kampanya û xebatên me yên din bidomin. Divê civak di vê mijarê de hestiyar be. Ev mijar mijara mafê mirovan e. Divê her kes vê baş bizanibe û li gorî wê hestiyariyê nîşan bidin.”

JINNEWS/ÎZMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.