Cezayekî nû li Rêber Ocalan birîn
În 22 Mijdar 2024 - 03:00
Li Rêber Abdullah Ocalan, 6 mehên din jî cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hat birîn.
Li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 26 sal in di bin şert û mercên giran de li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin û li girtiyên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim 6 meh cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hat birîn.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dadgeriya Înfazê ya 2'yemîn a Bûrsayê dan, diyar kirin ku di 6’ê Mijdarê de li muwekilê wan 6 meh cezayê qedexeya hevdîtinê ya nû hatiye birîn. Der barê sedema qedexeyê de agahî ji parêzeran re nehat dayîn.
Îtîraza biryarê ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Bursayê ve hat redkirin. Parêzer dê li dijî biryara qedexeyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin.
MA / STENBOL